Mîrê Zimanê Kurdî Celadet Elî Bedirxan û Kovara Hawar

Wêne: Celadet Elî Bedirxan û Kovara Hawar

Berxwedana Kurdan çawa gihişt îro? Bi xêr û xîrata kîjan qehremanan Kurd niha li ser piyan in? Gelo Kurdê li ser piyan bi çi girêdayî hev in? Ango ya ku kurdên Êzidî, Misilman, Elewî, Zerdûştî, Krîstiyan, Cihû, Sosyalîst, Liberal li hemberê xwînmêjan dike yek çî ye!? Bêguman ZIMANÊ KURDÎ ye.

Xortekî nû zaniye ka Kurdînî çiye, bi wê kelecaniyê gotibû Apê Mûsa (Anter) Me doza kurdan ji sifrê anî vê dereceyê”. Apê Mûsa jî gotê “Me jî ji kêmekê anî dereceya sifrê”.
Wêne: Musa Anter
Gelo ev barhilgirên doza Kurdistanê ne? Em wan çend nas dikin?

Gelo dewletên dagirker, li welatê me çima bê ferq heman ezilm û zordestiyê bi serê piraniya Misilman, Elewî, Sosyalîst, Êzidî, Zerdûştî, Krîstiyan, Sosyalîst, Lîberal û hwd. tîne? Bêguman ji ber ku bi çand û edetên xwe ve girêdayî ne. Gelo hêvênê vê girêdanê çi ye? Bê guman zimanê me, Kurdî ye.

Gelê azadîxwazê kurd, berxwedarên kurd ji kengê ve dibînin ku hebûna zimanê kurdî hebûna kurdan e, tunebûna zimanê kurdî tunebûna kurdan e? Yan jî hay ji ve metirsiyê heye?

Her kes ji bo yekitiya kurdan, digeriya li rêyan. Gotin "Divê tev kurd bibin Zerdûştî" hinekan. Lê xeyalperestî bû. Hinekan gotin "Divê tev kurd bibin Krîstiyan" lê ji rastiyê dûr bû. Hinekan gotin "Yekitiya kurdan û Îraniyan li ser esasê aryenîzmê lazim" e, hinekan gotin "Yekitiya kurd û cihûyan", her kesê tiştek gotibû. Wan hinekan hizrên wek henekan, ji rastiyê dûr pêşkêş dikirin.

Lê kesek hebû ku taaaaa 1932’wê dermanê Kurdan ji salên 1600’an anîbû, li gel dil û mejiyê xwe bi zanistê hêra bû û danîbû dermanxaneya Kurdewar.

Ew kî bû? Derman çi bû?

Ew kî bû ku beriya 69 salan dermanê yekitî û azadiyê dîtiye û em giringiyê nadinê!?

Ew Celadet Elî Bedirxan bû. Neviyê Mîr Bedirxanî bû; Mîrê Botanê
Dermanê ku Celadetî Eli Bedirxanî ji bo we û azadiya we daniye dermanxaneya kurdewar ZIMANÊ KURDÎ bû.

Kurdên nû! Nûkurdno! Nişana dilsoziya me axaftina bi zimanê Kurdî ye. Heya ku hûn di jiyana xwe de bi Kurdî neaxivin bizanin ku hûn xiyanetê li pêşiyên xwe dikin. Zimanê kurdî ji dapîra me ya bimbarek, ji dayîka we ya şîrê helal daye me, ji bavê me yê jiyana xwe qûrbanî hebûna me kiriye êmanet e. Divê me xiyanetê li êmanetê xwe nekin; Bi Kurdî baxivin bi Kurdî binivîsin, Kurdî bixwînin.

Belê ew kesê beriya 69 salan xwe gihandiye salên 1600’an xwe avêtiye dergehê Ehmedê Xanî û dermanê me yê kurdewariyê, yekitî û azadiyê çêkiriye kî bû?

Ew Celadet Elî Bedirxan bû.

Vî navî ji bîr nekin.

C-e-l-a-d-e-t    E-l-î    B-e-d-i-r-x-a-n.

Ez pir heyirî me ku Şivan Perwerî li ser Celadetî stran negorine. Çima Şivan Perwer!? Ez ê piştî çend peyvan sebeba wê bêjim we.

Bi xêra xebatên Celadetî zimanê me evqas pêş ketiye. Yekem car wî kitêba rêzimana kurdî nivîsandiye. Gelo Celadet kî ye û çi kiriye?

Celadet ji malbata Bedirxaniyan e. Ji binemala Babekê şoreşvan e. Babekî beriya 1200 salan cenga azadiyê ji bo gelê me pêk anî bû. Navê malbata wan BATH bû. Navê Botan û Behdînan ji vî navî peyda bûne. Malbata wî Dewleta Merwanî ava kiribûn piştre nav guherîn û kirin Dewleta Rozhakî û li dawiyê bû Botan. Vê dewleta Kurdan 864 salan xwe li ser piyan girtibû.
Wêne: Bedirxanî
Li dawiyê bapîrê wî Mîr Bedirxan sala 1842’wê Botan ji otonomiyê dîsa kir dewleteka serbixwe; Ango Kurdistana Serbixwe ava dike. Piştî çend salan Osmani bi piştevabiya Ewropa vê azadiya kurdan têk dibe, komkujiyê li Kurdan dike. Lewma malbata Qralê kurdan mişextî Stenbolê dibe.

Celadet Elî Bedirxan, 1893’yê li Stenbolê tê dinê. Bavê wî Emîn Elî Bedirxan mûfettîşê mehkemeya Stenbolê bû. Ji ber ku çûyîna wan ya Kurdistanê qedexe bû; Ne serbest bû, ji bo pêşketin û Kurdewariya zarokên xwe dengbêj, çîrokbêj û seydayên kurdî ta ji Kurdistanê anîbûn Stenbolê. Wê demê rêyeka pir dirêj bû.

Belê ez pirsekê bikim:

Derfet û îmkanên me pir in ji bo ku zarokên xwe, malbat û hevalên xwe fêrî Kurdî bikin yan jî xwe pêşve bibin. Gelo çi dikin!? Gelo em pirtir bi kîjan zimanî diaxivin? Divê em dest danîn ser wijdana xwe.

Dema 1920’an Şêx Seîdî serhildan kiriye, Celadet Elî Bedirxan bi nihênî diçe Kurdistanê, lê serjor vegeriya. Ji ber ku kurd têk çûbûn. 1927’ê kurd li Agirî serhildanê pêk tînin. Diçe wir û pêşkêşiya berxwedana şerefê dike; 1927ê Dewleta Kurdistanê ava dibe. Lê Dewletên Tirkiye û Îranê xwe dikin yek û wan kurdan têk dibin. Celadet Elî Bedirxan dibe hêsîrê Îranê. Ji ber ku Kurdan jêre pir hez dikirin Îran newêriya bikuje. Gotinê 'Bibe zimanzanê Farisî' qebûl nekir. Gotinê 'Bibe berpirsê karên derve yên Îranê' dîsa qebûl nekir.

Gelo derdê vî camêrî çi bû?

Wî tenê Kurdewarî û zimanê kurdî diviya. Neqşe li me hemûyan!

Celadet Bedirxanê hêsîr teslîmî Frenseyê kirin. Frenseyê ew bir Şamê û gotê: 'Nebe tu biçî nav kurdan, nebe ku tu nêzî sînorê Tirkiyeyê bibî! Ji te re qedexe ye'. Lê ew dilsozê gelê xwe bû. Şîrhelal bû. Lewma li wê derê biryarek da û wiha got:

Milletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi qûweta du çekan diparêzin: DÎN yek, ZIMAN dudu. Lê heke dînê milatên serdest û bindest yek be, hingê çek dimîne yek ew jî ZIMAN e.

Celadet Eli Bedirxanî, ji bo zimanê Kurdî alfabeya latînî çêkir û bi wê alfabeyê Kovara Hawarê derxist. (Kovar: Cerîde, Dergî) 
Belê Kovara Hawarê bi alfabeya nû çap kir. Dema min li gel zimanzanê Kurmanc Zana Ferqînî hevpeyvîn kiriiyei ji min re gotibû "Ev alfabeya Celadet Elî Bedirxanî amade kiriye ji bo Kurmancî gelek baş e". Her wiha min li gel Zimanzanê Kirmanc (Zaza) Deniz Gündüz jî hevpeyvînek pêk anî wî ji got; "Alfabeya Celadet Eli Bedirxanî têra Zazakî dike, pir baş e."
Ji bo çapkirinê nivîskar lazim bûn. Gelo dê wê demê nivîskaran ji ku peyda bike!

Diçe ba hevalê Şêxmûs. Şêxmûs hêj xortekî 30 salî bû, welatparêzekî zana, têgiştî û berhemdar bû. Dilê wî ji bo Kurdiniyê deşewitî. Got “Şêxmûsê hêja, ka were bi kurdî binivîse, zanîn û helbestên xwe, kurdperweriya xwe li rihê kurdan biçîne. Ez ê ji bo pêşketina te bibim arîkar jî…”.

Wêne: Cegerxwîn
Ev xortê ku navê wî Şêxmûs dinivîse û bi navê Cegerxwîn navdar dibe. Dibe kaniya stranên Şivan Perwer û gelek hûnermendên din. Helbestên wî dibin hêza berxwedanê siyasî.

Piştre Celadet diçe ba Osman Sebrî. Ew jî xortekî 27 salî ye. Destê wî jî digire, pêş dihêxe. Nûreddîn Zaza û Qedrîcanî jî dide milê xwe. Xebateka pir serkeftî dikin.

Ji 1932’wê heya 1943’yê 47 hejmarên Kovara Hawarê çap dikin. Piştî Kovara Hawarê  tê qedexekirin û ragirtin, bi Kovara Ronahî dom dike.

Hingê birayê wî Kamûran Bedirxan jî li Lûbnanê Kovara Roja Nû derdixist.

Di Kovara Hawar de piraniya nivîsaran yên Celaded Bedirxanî bûn. Çima yên wî? Ji ber ku kesên ku bi kurdî binivîsin pir kêm bûn. Wî bi gelek navên cida, gotarên cida dinivîsandin. Hinek navên wî yên cida ev in:

Nêrevan, Herekol, Xeberguhêz, Stranbêjê Jêliyan, Stranvan, Şîretbêj, Çîrokbêj, Şevger, Seydayê Gerok, memosteyê Gerok, Bişarê Segman, Cemşîd, Diya Ferzo, Newîn, Dilistan, Şebistan... û ji sihan zêdetir navên cida.
Kurdan gelek arîkariya Sûriyeyê kirin ku ji dagirkeriya Frenseyê rizgar bibe. Bi hev re şerê Frenseyê kirin. 1946’ê Frense ji Sûriyeyê derket. Piştî Frense derket, Sûriyeyê bi xwestek û piştevaniya Turkiyeyê zimanê kurdan qedexe kir. Êdî destûr nedan ku yekcar Kurdî bihête nivîsandin.

Her wekî din, Dewleta Tirkiye dest danî bû ser mal û milkên Bedirxaniyan. Lewma gelek feqîr bûbûn. 1950'ê pirsgirekên ekonomîk Celadet û xebatên wî asê dikin. Ew jî ji bo karê çandiniyê ango zîreetê diçe gundê Hacanê. Ev gund li Şamê ye. Ji bo avdana pembûyê li wir bîreke mezin kola. Û navê wê bîrê kiribû Bîra Qederê.
Celadetî romaneka bi navê Bîra Qedere nivîsandibû. Lê temam nekiribû. Piştî mirina wî Mehmed Uzun vê romanê bi dest dixe û ji wê romanê ji nûve dinivîse. Ka çawa Ehmedê Xanî ji destana Memê Alan ya 2 hezar salî Mem û Zîn çêkiriye...

Belê me dît ku Celadet Bedirxan mirovekî gelek jêhatî û kêrhatî bû. Wêneyê (Resmê) wî bi dîwarê mala min ve, li kilêka Ehmedê Xanî ye. Ez ê sihbetê bi gotineka Celadet Bedirxanî xelas bikim. Vê gotininê bikin gûstîlka tiliya xwe anjî guharê guhê xwe:

Malxirabino! Kuro eyb e, şerm e, fehît e, an hînî zimanê xwe bibin an nebêjin em kurd in. Bê ziman, Kurdîtî ji me re ne tu rumet e, ji me re rûreşiyeke giran e”.
ANASAYFA ve İLGİLİ HABERLER için BURAYI tıklayın