27 dewletên Kurdan, Rahê zimanê Kurdî, dînên Kurdistanî...

Mijarên vê nivîsarê ev in: Etîmolojiya navê 'KURD', di dîrokê de Dewletên Kurdan ava kirine, rahê zimanê Kurdî, zaraveyên Kurdî, Aryen û Êranzemîn, dînên (ol) Kurdsitanî...

'Kurdistan'. Wateya vê peyvê welatê Kurdan e. Ji 'kurd' û '-stan' pêk tê. Bi hezaran sal in li gel kurdan gelek nîjadên cida li Kurdistanê dijîn. Beriya hezaran salan ji pêşiyê kurdan re digotin 'kurtî', 'karda', 'kadû', 'kardûx', 'gurd', 'gut', 'kortûx', 'gortay', 'kurdaye' [1]-[2]. Wateya van peyvan 'çîyayî' [3] û 'qehreman' in [4].

Ka em lê binêrin kengê, kê ji kurdan re digotin çi?

Sûmeriyan (Sumerians) digotin: Karda, Kurtî ve Gutî, Babîliyan (Babylonians) digotin: Garda û Karda, Asûran (Assyrians) digotin: Qurtî û Gutî, Grekan (Greks, Yewnanî) digotin: Kardux û Gordux, Ermeniyan (Armenians) digotin: Kortukh û Gortaî (Kardo/Kardox), Farisan (Persians) digotin: Gurd an jî Kurd, Sûryaniyan (Syrians) digotin: Kardu û Kurdaye, Îbraniyan û Kildaniyan (Hebrews and Chaldeans) digotin: Kurdaye, Aramayî û Nestûriyan (Armamic and Nestorians) digotin: Kadu, Li destpêka Îslamê Ereban (Arabs) digotin: Kurd (pirjimariya wê: Ekrad), Piştî Pz. 7'an Ewropiyan digotin (Europeans): Kurd[5]

 “-stan” jî peyveka Îndo-Êranî ye, wateya 'welat' dihewîne, rehê vê peyva Arî [6] 'stano' ye ku  'stand' a ingilîzî jî ji vê rehê ye[7]. Axa kurdistanê ji kêmzêde 700.000 km2 tê heye.  Hejmara kurdan ji 40 milyonan zêdetir e.

Ji sere dîrokê heya niha ji 25’an zêdetir dewlet ava kirine. Ew dewlet ev in:

1-) Dewleta GUTÎ (=Kurtî) (Bz. 2700-1070)[8]-[9]-[10],
2-) Dewleta  SÛBARÛ (Bz. 4000-3000’an)[11],
3-) Dewleta LÛLÛ (Bz. 2800-heya beşdarî Medyayê dibin)[12].
4-) Dewleta KASSÎT (Bz. 1595an-1207ê)[13].
(Ev ev herçar ji gelek Dewletên Hurrî çend heb in)
5-) Dewleta MÎTANNÎ (Bz. 1500-Bz. 1250)[14]-[15].
6-) Dewleta ÛRARTÛ (XALDÎ, BIAI, BIANILI) (Bz. 860-Bz. 580)[16]-[17]-[18].
7-) Dewleta MED (Bz. 727-Bz. 550)[19].
8-) Dewleta ZÎLAN (Bz. 1000'an-Bz. 47)[20]
9-) Dewleta KOMAGENE (Bz. 162-Pz. 72)[21].
10-) Konfederasyona AXAMENÎŞ (Bz. 550-Bz. 330), (Konfederasyona Faris, Kurd, Belûç…)
11-) Dewleta HASNAWÎ (959-1089),
Foto: Alaya Dewleta ZEND
12-) Dewleta ŞEDADÎ (951-1256),
13-) Dewleta GOR (1030-1215),
14-) Dewleta HEZBANÎ (906-1000),
14-) Dewleta BÛWEYHÎ (934-1062),
15-) Dewleta FEDLAWÎ (913-1424, Kurdên Lor),
16-) Dewleta HEMDANΠ(929-1050),
17-) Dewleta XÛRŞÎDΠ(1156-1534, Kurdên Lor),
18-) Dewleta MERWANÎ (985-1059),
19-) Dewleta EYYÛBÎ (1171-524).
20-) Derwleta BAWANDÎ (665-1349, Kurdên Zaza),
21-) Dewleta ZIYARÎ (927-1090, Kurdên Zaza),
23-) Dewleta KENGARÎ (916-1090, Kurdên Zaza),
24-) Dewleta CESTANÎ (Sedsalên 6-12'an, Kurdên Zaza),
25-) Dewleta ŞEBÎNKANÎ(Kurdên Zaza),
26-) Dewleta KAKÛYÎ (1008-1119, Kurdên Zaza)[22]-[23]-[24]-[25].
27-) Dewleta ZEND (1735-1794) (Kurdên Yarêsan)

Zimanê kurdan 'kurdî' ye. Kurdî ji 5 zaraveyan pêk tê [26]. Kirdkî (Zazakî), Goranî, Soranî, Kurmancî û Lorî ye. Kesekê zaraveyê xwe baş bizane dikare di mehekê de zaraveyên din fehm bike û bixwîne. Ev qas nêzî hev in.
Zimanê kurdan yê îroyîn [27] ji malbata Îndo-Ewropî ye ango zimanekî Arî ye. Di nav malbata Ariyan de ji beşa Êranê ye[28]. Ji ber ku Kurdî û zimanên mîna Farisî, Ingilîzî, Frensî, Hindî, Rûsî û hwd. ji yek malbatê ne; bingeh, peyv û mantiqê wan dişibin hev.
Her wiha; 40 milyon Kurdên îroyîn û 20 milyon Belûç neviyê Mediyan in [29].

Kurdistan li rojhilatê Anatoliya, li Mezopotamyaya Jor û  li rojavayê Îranê ye. Welatê kurdan ê dagirkirî di bin serweriya van dewletan ve ye: Îran, Suriye, Tirkiye, Êraq, Ermenîstan û Azerbaycan. Bajarên navendî Amed û Hewlêr in. Ji derveyî Kurdistanê 2 bajar hene ku ji bajarên Kurdistanê pirtir kurd li wir dijîn; Stenbol û Xorosan.

Me got kurdî zimanekî 'Arî' û 'Êranî' ye. Gelo “arî” kî ne û “Îran” ku ye?

Aryen (Arî) kî ne?

Wêne: Welatê Ariyan (Êranzemîn)
Hinek zanyarên demên berê dibêjin Aryen ji Kafkasan belavî cîhanê bûne [30A].  Lêbelê lêkolînên nû diyar dikin ku Aryen ji Kurdistanê bûn û ji vir belavî cîhanê bûne (Science, Tîrmeh-2012) Kêmzêde berî 4 hezar salan ji ber sebebên cuda ev qewm ji welatê xwe belavî cîhanê dibe.
  • Hinek ji wan diçin Rûsya û ji wir derbasî Ewropa dibin. Niha çand û zimanên li Rûsiya û derdorên wê; Yên li Ewropa neviyên Ariyan in. Ango: Frensî, Ingilîz, Îtalî, Spanî, Elmanî, Swêdî, Rûs, Moldowî, Ûkraynî û yên din neviyên wan in.
  • Hinek ji wan li Êranê belav dibin, dibin serdest. Welatên wekî Kurdistan, Pakstan, Efxanistan, Ermenîstan, Persiya (Fars), Belûcîstan… di nav sînorên Êrana dîrokî de ne. Peyva ÊRAN ji ARYEN peyda bûye.
  • Hinek Ariyên Êranî derbasî Hindistanê dibin. Hindistan wek Kurdî xwedî ziman û anda Arî ye [30B].
Belê wan hemûyan ji xwe re digotin 'Arî' / 'Aryen'. Dema em berê xwe didîn kitêba Zerdûştiyan Avestaya Pîroz û kitêba Hindistaniyan a pîroz Rîg Weda’yê wateya peyva Arî/Aryen wiha vedibêje: Pak, Azad, Mezin, Bi binyat û binemal, Mêhvanperwer…[30C].
ÊRANZEMÎN

Gotina ÊRAN wateya (maneya) 'Welatê Ariyan' dide. Di kitêba pêşiyên me Zerdûştiyan de wekî “Ariyanam” derbas dibe. Îro Faris dibêjin 'Îran' lê demên mêjîn wekî 'Ariyanam' dihat gotin, piştre  gotinê 'Êran'. Em kurd jî dibêjîn 'Êran'. 1935 rêverên dewleta Persiya gotin: 'Em nîjadek Arî ne û ev dewleta Ariyan e lewre navê dewleta me êdî 'Êran' (Welatê Ariyan) e'. Navê Dewleta Îran ji vir peyda kirine lê sîstema wan a komarî li ser Esasî mezhepperestî ye, Ariyên ne Şia wekî dijmin qebûl dikin.

DÎNÊN KURDISTANÎ

1-) Yezdanî: Niha bûye 3 mezheb. Navê wan mezheban ev in: Elewî, Êzidî û Yarisan [30]. Hinek kurd dibêjin Êzdayetî û Elewiyetî ji Zerdûştiyê peyda bûne. Lê ev pir xelet e. Heya niha çi zanisyar û lêkolînerên Akademîk, an jî rêveberên wan dînan negotne, Em zerdeştî ne. Û hîç qebûl jî nakin, ji ber ku dînê wan li beriya Zerdûştiyê (Behdîn) hebû. Zanyarên êzidiyan, ji kurmancên me gelek aciz in ku her dibêjin wan Zerdûştî. Mesela yek ji wan zanyarên Êzidiyan Tosinê Reşîd e ku gelek gazincên xwe dike [31].

2-) Zerdûştî: Piştî çanda Kurdistanê ya Aryen bû serdest, Zerdûşt Pêxember peyda hat û ev çand û ziman pêşxist. Medeniyeteka astbilind li seranserê Kurdistanê, Rojhilata Navîn belav kir, bandoreka rewşenbîrî li Cîhanê kir. Zerdûşt Pêxemberî li ber da ku dînê Kurdistanî yên mêjîn (qedîm) nû bike. Heger hûn bi Tirkî bizanîn vir bitikînin û nivîsara min a binavê "ÇIMA ZERDÛŞTÎ BO KURDAN GIRIND E" bixwînin. Di vê nivîsarê de çand û medeniyeta Zerdûştiyan ya li Kurdistanê belav kiriye hatiye vegotin, ka çawa zimanê Kurdî kirine zimanê şaristaniyê ew behs jî hatiye kirin.
Wêne: Nîşan û mora Zerdûştiyan
Mixabin piştî mirina Zerdûşt Pêxemberî pirtûkên wî yên pîroz hatin şewitandin, tenê çend rûpel gihiştine îro. Piştre dînê wî nîşanî gelê xwe daye, xirabkirin. Ser navê wî hinek pirtûkên ne tendirûst, ji rê derketî nivîsandin.

Her wiha, di dîrokê wekî qewm gelê yekemîn yê bûye fileh Kurd in. Dîsa piştî Ereban qewmê yekemîn bûye Misliman her Kurd in. Hêjayî gotinê ye ku kitêba Cihûyan Talmûtê ji ber qencî û başiyan kurdan desdûr daye ku ji bilî Îbraniyan tenê kurd bibin cihû. Lewma gelek kurdên cihû jî hene.

ÇAVKANÎ
[1]Viladimir Minorsky, Encyclopaedia of Islam, Kurd (Ansîklopediya Îslamê ji aliyê zanistên ewropî ve hatiye amadekirin û zanistên dîrokê di vî warî de wekî otorîteyekê qebûl dikin).
[2] İslam Ansiklopedisi'nde Kurdistan ve Kürtler, Weşanên Doz, Rp: 41 heta 48
[4]Makers of Civilization in Race and History (1929), P.114
[5] Pirtûka “Islam Ansiklopedisinde Kurdistan ve Kurtler” ji aliyê weşanên doz ve hatiye çapkirin. Dirûpelên 41ê heta 48ê.
[6] Ji Zimanên Îndp-Ewropî re arî tê gotin. Zimanên wekî: Kurdî, ingilîzî, frensî, farisî, rûskî, hindî (sindî) û hwd. arî ne. Peyva “îran” wateya “gelen  arî” dihewîne.
[7]http://www.etymonline.com/, “-stan”
[8] Dr. Samar Abbas, Ansîklopediya Îranê , The Glorius Gutians.
[9]E. A. Speiser, Mesopotamian Origins, Philadelphia.
[10]O. L. Vilcheviskj, Kurd, Rp. 53, Weşanên Pirtûkxaneya Aslîxan Yildirim.
[11]Izady, Kurtler, S. 71, Doz Yayinlari.
[12]Mehmed Emîn Zekî Beg, Dîroka Kurd û Kurdistanê, Rp. 72, Weşanên Avesta.
[13]Mehmed Emîn Zekî Beg, Dîroka Kurd û Kurdistanê, Rp. 79, Weşanên Avesta.
[14]Izady, Kurtler, S. 75, Doz Yayinlari.
[15]Anadolu Kültür Tarihi, Ekrem Akural, S. 174, TUBITAK
[16]P. Larch, P.1, Rp. 2.
[17]Siddiq Skender, Brief Historyof Kurdsand Kurdistan, Rp. 5.
[18]O. L. Vilcheviskj, Kurd, Rp. 177, Weşanên Pirtûkxaneya Aslîxan Yildirim.
[19]George Rawlinson, Medya Kralligi, S.7- 8, Doz Yayinlari.
[20]Izady, Kurtler, S. 84, Doz Yayinlari.
[21]Izady, Kurtler, S. 84, Doz Yayinlari.
[22]Kurdisan Tarihi, Lazarev, Mihoyan, Vasilyeva, Gasratyan, Jigalîna, Rp. 52-64
[23]Islam Ansoklipedisinde Kurtler ve Kurdistan, Minorsky, Bois, Mac Kenzie, Rp. 54-63, 70, 97.
[24]Izady, Kurtler, S. 105-119,  , Doz Yayinlari.
[25]Mehmed Emîn Zekî Beg, Dîroka Kurd û Kurdistanê, Rp. 307-509, Weşanên Avesta.
[26]Ji bo van zaraveyan hinek navên cida jî hene. Mînak: Ji bo “kirdkî” dibêjin “dimilî” jî. Ji bo beşeka “Lorî” dibêjin “bextiyarî” an jî “lekî”... Dîsa ji bo “goranî” dibêjin “hewremanî”. Bi eslê xwe nav çend cida bin jî heman zarave ne..
[27]Kurdiya ku niha kurd pê diaxivin çend arî be jî, kurdiya mêjîn a ku pêşiyên kurdan Hurriyan û Urartuyan diaxaft ne Îndo-Ewropî ye. Malbateka bi serê xwe bûn û niha ew malbat tune ye (Diakonov û Starostin 1986).
[28]Samî Tan, Rêziman û Rastnivîsa Zaraveyê Kurmancî, Rp. 14, Weşanên Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê.
[29]Mehrdad R. Izady, Kurtler, S. 187, Doz Yayinlari
[30A] J. P. Mallory, In Search of The Indo-Ewropians, P. 255, T&H
[30B] J. P. Mallory, In Search of The Indo-Ewropians, P. 255, T&H
[30C] Ancyclopaedia Iranica, “Aryans”, Aryan”
[31] Tosinê Reşîd, Êzdiyatî, r. 27-34, Weşanên Lîs
ANASAYFA ve İLGİLİ HABERLER için BURAYI tıklayın