Dînên Kurdistanî û azadiya jinan / JIN - 3

Berî niha min di nivîsarên derheqê jinê nivîsandin. Ye yekem li ser dîroka berhemên jinan û şikastina wan bû û amaje bi mafên jinan a di nav kurdên resen de hat kirin. Ya duwem jî li ser dîroka leşkerî ya jinên Kurdistanê bû. Em ê niha berê xwe bidin maf û azadiya ku dînên Kurdistanî dane jinan.

Em ji nivîsara beriya vê têgihiştîn ku di dîroka Kurdistanê de cihê jinê gelek giring e, jin azad û pêşkêşa gelê xwe bû. Belê heger jin bîr û bawerihya xwe li ber xwe bidin, bi xebatên cîvakî, xwe bi rêxistin bikin, li ser mêran ferz bikin dê bibin xwedan azadiyeka mayînde.

Heger me nifşên serbilin, zana bivên, divê dayikên wan nifşan zana, azad, jixwebawer û serbilind bin. Ji ber ku dahatûya welatekê hêvîrê di destê jinan de ye.

Lêbelê heger Jin xwe bi hêviya mafdayina mêran ve bihêlin ew her û her dê bindest bimînin. Mêr hinek mafan ji kerema xwe bidinê jî çi dema xwestin dê jê bistînin. Bingeha azadiyê divê li ser raman û hişmendiyeka tendirûst bê ava kirin, raman çepera azadiyê ya atomî ye.

Maf û azadî ne bêehlaqî ye, ne jî têkbirina malbatên Kurdistanê ye; Berevahî hêmayê pêkvejiyana bi edalet in.

Çand û dîroka Kurdistanê piştevaniya jinan dike ku rizgarî û pêşkêşiya xwe li ser cîvakê ferz bikin. Rizgariya jinê rizgariya hemû Kurdistanê ye.

Dînê Yezdanî yê Kurdistaniyên mêjîn (qedîm) êdî bûye 3 mezheb: 

1- Yarîsanî (Ehlî Heq),
2- Êzidiyetî 
3- Elewî

Ji xwe ayîn û baweriyên van her sê dînan heman tişt in. Yazdaniyetî bi hezaran salan beriya Behdîn ango Zerdûştiyetiyê hebû. Bandora Yezdaniyetiyê li ser Zerdûştî, Misilmanetî û Krîstiyanîyê gelek heye.

Beriya 1600 salan alimê ku navê wî Mefa li Duhokê dijî, Krîstiyan û misilman vî hêjayî wekî kesekî pîroz dihesibînin. Wî ramana dînî ya wekheviya jin û mêran belav dikir û nivîsandibû.

Bi bandora Yazdaniyetî û Zerdûştiyê dînê Mazdekî peyda dibe. Beriya Mazdek bimire li ser xanima xwe dike wesiyet ku pêşkêşiya dînê wî bike. Jina bi navê Xûrem berxwedaneka şoreşane dike. Lewma dîrokzan ji peyçûyên wê re dibêjin Xûremî. Di wê şoreşa dînî û komalî de jin û mêr vêkre ji bo wekhevî û edaletê têdikoşin.

Mama Nêrgiz beriya 700 salan pirtûka Yezdaniyan a pîroz dinivîse. Ew wekî xelifeya Xweda dihat pejirandin. Beriya 100 salan pêşkêşê ola Yarisaniyan Nîmetûllah Ceyhûnabadî 500 sofiyên jin hebûn. Beriya 150 salan xanimeka bi navê Mama Fatma li rojavayê Kurdistanê xwe wekî xelifeya Xwedê dabû pejirandin.

Bi taybetî niha jî li bakurê Kurdistanê jin û mêrên Elewî (Yezdanî) bi hev re îbadetê dikin. Lê çi Êzidî çi Yarisanan li van sedsalên dûmahiyê ji ber tirs û lomehiyên dagirkeran serê xwe çemandin û dest bi zordestî û neheqiyên li dijî jinê kirine. Lê li Bakur gelek kurdên Elewî niha jî li ser çanda xwe ya mêjîn (resen) in; Jin pir azad e. Li gel mêran şer dike, îbadetê dike... Bi tenê li gund û bajaran digere. Jineka zîrektirî mêran bi hêsanî dibe pêşkêşê civaka xwe.

Mînak pir in dîrok dirêj e. Çanda Kurdistanê ya xwemalî bi vî rengî ye.

Hêjayî gotinêye ku beriya 300 salan li Barzanê xanimeka navê wê Asenath Barzanî dibe hêrisê cihûyan; Ango yekem car bû ku jineka cihû dibe pêşkêşa dînî. Jixwe ji ber qencî û xweşmiroviya kurdan Talmuta pirtûka cihûyan a pîroz destûr dabû ku tenê kurd bibin cihû…

Em ji kîjan alî ve lê binêrin zor beyan e ku çanda Kurdistanê ya xwemalî azadiyê dide jinê. Çi astengiyên çandî, dînî an jî dîrokî li pêş Kurdan nîn in. Bi taybetî li vê sedsala dûmahiyê dijminan tenê ne axa me, hem rih û mejiyê me, hiş û bîrên me jî dagirkirine. Ji desthelatdariya Sûmerî û Babîliyan heya niha li seranserê cîhanê jin bindesta mêran e. Bi pêşkêşvaniya jinên Kurdistanê beriya 10-12 hezaran salan bi şoreşa Neolîtîkê xweşî û pêşketin, aşitî û wekhevî peyda peyda bû, cîhan bû xwedî jiyaneka hêsan û berhemdartir.

Di raporên Sovyeta Sosyalîst yên berî 82 salan de wiha tê gotin: "Hêj ew çanda mêjîn (kevnar) ya wekheviya jin û mêran li Kurdistanê zîndî ye."

Divê em vê çanda bermirin ji nû ve vejînîn. Ev ji dê bi çalakiyên bi yekitî û bi rêxistin, bi pêşkêşvaniya jinên rêber, zanist, leşker, rewşenbîr, bazirgan... pêk bê.
ANASAYFA ve İLGİLİ HABERLER için BURAYI tıklayın