Dîroka jinên Kurdistanê ya leşkerî / JIN - 2

Çanda Kurdistanê ji bo jinan azadî û edaletê li ser me ferz dike. Em ê bi vê nivîsarê di dîroka Kurdistanê serok û rêberên jin yên Kurdan bibînin. Taybet ji aliyê leşkerî ve rewşa jinên Kurdistanê dê were nirxandin.

Nivîskar: Bedel Boselî

Wekî me di nivîsara derheqê jinê ya yekem de (Dîroka Şkestina Jinê) amaje pê kiriye; Bi hezaran sal in, jin hatiye hêsîrkirin. Hindî jinên welatekê azad nebûne, ew welat nikare jiyaneke azad û tendirûst bidomîne. Ji ber ku nifşên nû berhemên çanda jina serbilin an jî serşor e... Lewma 1926’ê parlementoya Tirkiye ji bo tunekirina Kurdan wiha biryara veşartî dabû: “Çi dema me jina kurd kir Tirk, êdî hemû kurd jî dibin Tirk”.

Heger em bixwazin bizanin, ka li welatekê jin çend pêşketî ye an bindest e bila çavkaniya we 5 tişt bin: Siyaset, leşkerî, zanist, ekonomî û qada dînî. Heger jin li welatekê ji van her çaran di sêyan de pêşketî be em dê bikarîn bibêjin li wî welatî cihê jinê xiran nîne. Gava me berê xwe dîroka Kurdistanê em ê jina azad bibînîn.

DI DÎROKÊ DE JINA KURD DI QADA LEŞKERÎ DE

Li Kurdistanê di goristanên “Şaneder-Zawî-Çemî” de hestiyên beriya 12 hezar salan hatine dîtin. Di wan gorên Kurdistaniyan de li rex jinê ve tenê kêrên şerî hene…

Kurd neviyê Hûriyan in. Zanyar û lêkolîner Ghirshman dibêje li nav Hûrriyan beriya 5-6 hezar salan jinan leşkertî dikirin û fermandariya leşkerên mêr jî dikirin.

Dîrokzanê Yewnanî  Plutarch beriya 2 hezar salan nivîsandiye ku jinên Kurd li hemberê Împeretoriya Romayê şerê berxwedanê kirine. Carekê jî artêşa jinên Kurd ji Wanê diçe şerê Romeyê. Dijminên xwe têk dibin. Lewma generalên Romeyê ji şerma xwe demeke dirêj ji malê dernakevin. Û ev şervaniya jinên Kurd li nav Ewropiyan de wekî destaneyan dihat vegotin.

Kurdên Komegene, Anatoliya û Deryaya Reş beriya 2500 salan Împeretoriya Zîlanê avakiribûn. Dema li Mezapotamya û Îranê Împeretoriya Medyayê ava dibe herdu dewletên Kurd artêşa xwe dikin yek. Dîrokzanê Yewnanî Procopius beriya 1500 salan dinivîse ku di nav artêşa Zîlanê de leşkergehên jinan hebûn. Ew jin di şeran de gelek qehreman bûn.

Heger em berê xwe bidin dewleta Kurdan a mezin û dûmahiyê em dê bibînîn ku dîsa jina Kurd di artêşê de cihekî taybet wê girtiye. Navê vê dewleta kurdan Zend e, avakerê dewletê Kerîmxan Dimeylî bû (Pz. 1750-1794). Efxaniyan jî henekên xwe bi artêşa kurdan dikirin. Ji ber ku şervanên jin di artêşê de hebûn. Fermandarên Afxanî digotin Kurdan: “Yên xwe di bin kirasên jinên xwe ve vedişêrin”.

Zanyarê dîrokê Prof. Izady dibêje; "2 jinên kurd, keçên eşîra Sindiyan Nefertîtî û Nefertarî beriya 3500 salan li Misrê dibin pêşkêşê dewletê". Jixwe, taybet Nefertîtî piştî mirina Firewnî dest danîbû ser rêvberiya dewleta Misrê. Yekem jin bû ku  rêveberî li Misra mêjin kiribû.
Wêne: Nefertîtî û Nefertarî
Beriya 200 salan Fatma Xan wekî berpirsyara artêşa Kurdan li paytextê Osmaniyan tê vexwendin, ser navê Kurdistanê diçe şerî.
Wêne: Fatma Xan (Fata Reş)
Her wekî din; Osmanî dixwazin Kurdan qels bikin, lewma artêşa xwe ya giran dişînin Kurdistanê. Serokartêşa Kurdên Hekariyan jin bû. Serokleşkera Eşîra Şîwaniyan jina ku navê wê Mama Nêrgiz bû; Ew jî şerê Osmaniyan dike. Li gel wan herdû serokên jin Seroka Konfederasyona Mîlanê jineka kurd e. Ew jî li hemberê Osmaniyan serhildanê dike.

Ji aliyê dî ve Rûsya dixwaze Kurdistanê dagir bike. Wê demê Serokartêşa kurdan Mama Meryem bû. Ew xanima Şêxê Neqşîbendî Mihemed Sadiqî bû. 1928’ê serokeka Kurdan a li Îranê Mama Meryem ji aliyê şahê  Îranê ve tê têk birin. Dîsa 1924’ê seroka Konfederasyona Cafê Adîle Xanim dimire. Nivîsvanê wê E. B. Soanne ji aliyê lehengiyê ve pesnê wê dide.

Her wisa rêberê Kurdên Elewî, Elîşêr û Zarîfe xan, li hember dagirkeriya Tirkiye digel jina xwe pêşkêşiya şoreşê kiribûn.
Wêne: Elîşêr û Zerîfe xan
Ji xwe heger em niha jî berê xwe bidin Kurdistanê; Şervanên jin dê şehdekiya dîroka me bikin.
Wêne: Jinên Pêşmerge (Başûrê Kurdistanê)
Wêne: Şervanên Jin (Rojavayê Kurdistanê)
Wêne: Pêşmergeyên Jin (Rojhilatê Kurdistanê)
Wêne: Şervanên Jin (Bakurê Kurdistanê)
Divê em têbigihîn ku çanda Kurdistanê ya rastîn azadiyê dide jinê. Li van 200 salên dawiyê desthelatiya me ya xwemalî têk çû. Dewletên dagirker tenê ne welatê me, lê mejî û rihê me jî wê dagir kirine. Pêwîst e ku li pêşiyê em rihê xwe azad bikîn. Çand û ramana dagirkeran ji mejiyê xwe derbêxîn.Tenê bi azadkirina axê welat azad nabe. Dema me axa xwe, mejiyê xwe û rihê xwe vêkre azad kirin em dê bikarin bibêjîn em û welatê xwe xwedî azadiyeka rasteqîn in.
ANASAYFA ve İLGİLİ HABERLER için BURAYI tıklayın