Dîroka şkestina jinê / JIN -1

Jinê jînê vejîne...

Jina kurd di nav eşîrê de, li gor neteweyên cîran azadttir û serbixwetir e. Xwe ji mêran venaşêrin û nadin paş. Dikarin li mala xwe karmendên mêr bixebitînin. Di malê de wek mêran hêja ye û wekî bingeha malê tê dîtin. Heger em jina Tirk a xidama malê û jina kurd bidin ber hev (mûqayese bikin), jina kurd qasî mêrê xwe hêja ye”. (Zanyar û lêkolînerê Birîtanî, G. R. Drîver, 1923)

Di dîrokê de pirsgirekeke serekî û mêjîn (qedîm) zordestiya mêran a li ser jinan e. Gava em berê xwe bidîn serê dîrokê jinê ji bo mirovahiyê xizmeta baştirîn kiriye. Jinan di Şoreşa Neolîtîkê de (beriya 12 hezar salan) pêşkêşiyek baş kirin. Ev şoreşa ku li Kurdistanê qewimiye di dîrokê de gava mezintirîn bû. Çandeka nû, zimanekî pêşketî, medeniyetekî herî baş pêşkêşî jinan kirin.

Lê belê ew jina azad û serfiraz îro wek 'dara şkestî' hatiye binavkirin. Pêşiyên me dibêjin "Jin dara şikestî ye". Ger jin xwe ji vê birînê rizgar bike û azad bibe, dê rûyê cîhanê dubare were gûherîn. Jiyan dê ber bi xweşî û aşitiyê ve here. Hindî jin azad nebûye tev mirovahî dê herûher rastî tengasî, girtin û kuştinan bê.

Lewma em dikarin bi hêsanî bibêjin: Azadî û rizgariya jinê dê ronahiyê bide mirovahiyê.
"Şêr şêr e, çi jin e çi mêr e." (Gotina Pêşiyan)
Lêbelê hinek kes, azadiya jinê wekî têkbirina malbatan û bêexlaqiyê dizanin. Ev jî metirsiyeke pir mezin e. Azadî pêkvejiyana bi edalet e, ne dijberiya ehlaqê ye û ne bêsînorî ye.

Dema em li dîroka Kurdistanê binêrin, dê bibînin ku civakên Kurdistanê li hemberê jinê ji cîranê xwe gelek pêşketîtir in. Lê li Sûriye û Êraqê bandora Ereban, li Îranê bandora Farisan, li Turkiye bandora Tirkan a paşverû li ser Kurdan ferz bûye.

Ev çanda paşverû, her belav bûye û jin pir kûr hatiye şkestin. Kurdistaniyên li çiya û gundên varê, ji van bandorên nebaş, ji bajariyan rizgartir in. Rêzgritina wan mirovên resen li hemberê jinê pirtir e.

Lê belê ew jina bi hezaran salan taca serê civakê, çêkera xweşî û wekheviyê, pêşkêşvana şoreşên mirovîn, beriya 3 hezar salan ji aliyê Sûmeriyan ve bi awayê sîstematîk tê bindestkirin. Qasî em dizanin şoreşa Neolîtîkê berhemê jinan bû û li Kurdistanê dest pê kir. Vê şoreşê xweşî, aşitî û qencî da jiyanê. Bi wê şoreşê kedikirina ajelan, çandinî, dermanzanî, xanîçêkirin, ji jiyana koçerî derbasbûna jiyana niştecihî diyarî cîhanê kirin.

Hingê kesek ji birçîtiyê nedimir, ta ku hemî gundî ji birçîtiyê nemirine. Dema 2 komên mirovan li rastî hev dihatin heger xarina komekê nebe, koma din da xarina xwe bi dil û can bide wan. Heger dê ew bi xwe jî ji birçitiyê bimirin bêyî dudilî da bidinê. Peyv û hizrên wekî; azadî, wekhevî, aşitî, vêkrehî, lehengî bi şoreşa jinê peyda bûbûn.

Lê mêran çi kir?

Kêmzêde beriya 3 hezar salan mêrên Sûmerî şoreşa duwemîn a cîhanî li Mezopotamyaya Jêr pêk anîn. Lê şoreş çi şoreş e! Piştî wê şoreşê dîroka mirovatiyê êdî %73 bi şeran derbaz bû. Lewma cihana me her serobin dibe. Jiyan pir dijwar bûye.

Lê belê li şoreşa jinê şer pir hindik bûn. Belkî hindî %5’ê jî nebûn. Şoreşa mêran ya ŞIYANDARIyê bû. Herkesê li ber da ku şiyana xwe bi dijwarî û zordestiyê eşkere bike. Rêzgirtin, aşitî, wekhevî bi şkestina jinê têk çûn.

Li Rojhilata Navîn şoreşa giştî ya dûmahiyê ya Îslamê ye. Piştî şoreşa Îslamê çi şoreşên giştî pêk nehatin. Di ser de ji wê şoreşê paşveçûn çêbûye. Civakên Rojhilat kevneşopiyên xwe yên ji çanda Sûmeriyan peydabûne dikin malê Misilmanetiyê.

Ger me bivê bi aşitî û xweşî bijîn, divê em ji serî dest pê bikîn. Nakokiya mirovatiyê ya yekemîn şkestina jinê ye. Bindestkirin û qirkirina çanda jinane ye. Lewma pêwîstî bi pêşîlêvekirina jinê heye. Gava jinan komeleyên xwe avakirin, di qadên aborî, leşkerî û zanistî de cih girtin, dê bikarin ji zordestitya mêran rizgar bibin; Her wisa dê bikarin nifşên serbilind û azad perwerde bikin.
ANASAYFA ve İLGİLİ HABERLER için BURAYI tıklayın