Dinewerî: Berî hezar salan dîroka Kurdan û 16 pirtûkên zanistî nivîsandin...

Ebû Henîfe Dînewerî, zanyar û fîlozofê Kurd e. Beriya 1000 salan dîroka kurdan nivîsandiye û nexşeyê (xerîte) Kurdistanê çêkiriye. Li ser 16 beşên zanistî pirtûk nivîsandine. Mirovek pir hêja, jîrek û serkeftî ye. Digel Misilmanbûna xwe, xwedî hişmendiyeke Aryen-Kurdane bû.

Nivîskar: Bedel Boselî

Ji ber ku wê heyamê zimanê zanistê Erebî bû, wî pirtûkên xwe bi erebî nivîsandine; Li Kurdayetî, çand û dîroka Kurdistanê piştguh nekiriye.

Ebû Henîfe Dînewerî sala 828ji dayik bû. Û sala 896'ê çû ber dilovaniya xwedê. Li Dînewerê hatiye dinê.

Dînewer li rojhilatê Kurdistanê bi Bajarê Kîrmanşanê ve girêdayî ye.

Ji zankoya Harvardê Prof. Izady dibêje: "Di dîrokê de nûwazetirîn û jîrektirîn kurd e. Di nav civata Îslamê de zanayê baştirîn e".

Taybetiya wî ya herî girîng ew e ku ji aliyê zanistê ve piralî ye. Berhemên wî li vê demê jî çavkaniyên giring in. Ji yekemîn kitêbên wî yek jê Dîroka Binyat û Nesebê Kurdan e.

Belê digel ûmetparêziya Îslamî wî gelê xwe yê Kurd parastiye û nêzîkbûna wî kurdewar e jî.

Ji ber ku mirovek kurdewar bû, serdestên cîhana Îslamî giringî nedidan pirtûk û xebatên wî, ji pêş çavên civakê vedişartin. Her wiha pirtûka florayê nivîsandiye û wê demê navên giya û gulan bi kurdî daniye. Wê heyamê hemû qewman bi erebî nav datînan lê wî bi kurdî, ev helwest û nêzîkbûn jî balkêş e.

Navên kitêbên wî ev in:

- Ensab el-Ekrad (Nesebê Kurdan)
- Kitaba El-Cebr ve'l Mukabele (Kitêba Cebîrê),
- Kitab el-Nebat (Kitêba Nebatan),
- Kitab el-kusuf (Kitêba Xeyrîbûna Rojê),
- Kitab el-Redd ala Rasad el-İsfahani (Valaderxistina Çavdêriyên Astronomik ên El-Îsfahanî)
- Kitab el-Hesab (Kitêba Hesabê),
- Bahs fi Hisab el-Hind (Dahûrîna Hesabê Hindê),
- Kitab el Cem ve'l Tefrik (Kitêba Aritmetîkê),
- Kitap el-Kıble ve'l Zeval (Kitêba Cihê Stêrkan),- Kitab el-Enva (Kitêba Hewayê),
- İslah el-Mantık (Pêşxistina Mantiqê),
- Ahbar el-Tival (Kitêba Giştî),
- Kitab el-Kebir (Kitêba Zanînan),
- Kitab el-Fesaha (Kitêba Retorîkan),
- Kitab el-Buldan (Kitêba Erdnîgariyê),
- Kitab el-Şiir ve'l-Şuara (Kitêba Helbestê û Helbestvanan).
- Dîroka giştî
- Mêş û hingîv
ANASAYFA ve İLGİLİ HABERLER için BURAYI tıklayın