Ehmedê Xanî, hizra neteweyî û nihêniyên destana Mem û Zîn

Di vê gotarê de emê li berê xwe bidin naveroka Mem û Zînê ya neteweyî; Nihênî, şîfre, matematîk û taybetiyên wê. Çima matematîka Mem û Zînê li ser 10 hatiye ava kirin? Gelo ew bendên neteweyî di Mem û Zîna resen de hene? Wate û ramanên 10 navên di destanê de çi ne? Çi têkiliya Mem û Zînê bi Pisagor, Mûsa Pêxember û Îbraniyan ve heye? Di Mem û Zînê de çima encam MONAD e? Em ê bersiva van pirsan bi kurt û kurmancî bidin.

Nivîskar: Bedel Boseli, www.bedelboseli.com

Ehmedê Xanî; Bavê Kurdewariya zindî, kaniya welatparêziya neteweyî ye. Li cîhanê beriya her kesê wî li ser hizra neteweyî hizr û raman pêşkêş kirine. Berhema wî ya bêheval MEM Û ZÎN! Çîroka dilên evîndar, serpêhatiya evîndarên ji jiyanê hêvîdar.

Mem û Zîn! Çend destana evîniyê be, ewqas çîroka kurdan ya komalî û siyasî ye. Felsefe û zanyariya kûr, hişyariya gelê xewkûr, hişmendiya kurdê li ber devê gur…

Ehmedê Xanî dibêje:
  • Şerha xema dil bikim efsane
  • Zînê û Memê bikim behane
Lêbelê Ehmedê Xanî dixwaze bi riya destana Mem û Zîn, me ji xewa giran hişyar bike. Me ji destê dagirkeran rizgar bike. Ji van peyvan diyar e, dildariya Mem û Zîn ango hezkirina jin û mêr, ne armanc e, hincet e. Ji bo ku hişmendiya neteweyî di binhişê kurdan de bicih bike, Mem û Zîn xweşbehane ye.

KA EM NIHA TÛRIKÊ XANÎ VEKIN!

Nivîskar û lêkolînerê hêja H. Mem xebatên dîvçûnên akademîk li ser pirtûkê kirine, wî jî şanî me daye ku destana Mem û Zîn taybetiyên xwe yên netewyî û zanistî hene.

Bavê kurdan Xanî, dîrok û çanda kurdan baş dizane. Hem ramana zanyarên Îslamê û Ewropiyan jî baş têgihiştiye. -Kêmzêde- 700 sal berî Xanî qralê kurdan, rêveberê dewleta Komagene qral Mîrdad,  ji çanda rojhilat û rojava çandeke nû peyda dike û desthelatiya xwe bi wî rengî bi rêve dibe. Navê dewleta xwe dike Komagene. Ango “Koma kinêteyan”, “Koma nîjadan”. Pir nîjad û kinêteyên cida li wir bi aşitî û xweşî dijîn. Yekitiya xwe bi zanyariya gerdûnî xurt dikin. Lewma Împeretoriya Romeyê piraniya cîhanê û hemû derdorên Komageneyê dagir dike, lê nikare tenê bajar-dewleta Komageneyê dagir bike. Di çand û dîroka kurdan de gelek pêşketinên wiha hebûn. Ehmedê Xanî li ser vê çanda kurdewar rehê xwe, zanyariya xwe dikemilîne û bi evîna Mem û Zînê dixemilîne. Ji van azmûnan dertîne ku dermanê kurdan ê herî giring YEKITÎ Û ZANYARÎ ye.

Xanî bi ramana azadî û xweşhaliyê dest bi destanê dike. Nasname û derdên mirovan berçav dike û piştre eşkere dike ku dermanên baştirîn zanyarî û yekitî ne. Ji cîhana mirovahiyê, gelê xwe dike nimûne û teoriya xwe bi senaryoyekê li ser taqî dike ango test dike. Li gor pêvajoya   Li ser nasname û zimanê kurdan; derd û dermanê kurdan pêşniyariyên xwe pêşkêş dike.

Piştî destpêkê da ku me baş têbigihîne filmê Mem û Zînê li nîvenda Kurdistanê; li Botanê dileyizîne. Û bi evîna kurdane dixemilîne. Ji bindestî û zordestiyê jiyan dê çawa ber bi azadiyê ve biherike şanî me dide.

Fedakarî, zanyarî, yekitî, dilsozî, azadî, hêvî…

Li dûmahiya filmê xwe, yekitî û zanyariyê dike derman û pêşkêşî me dike.

Ehmedê Xanî, Mem û Zîn bi şêwaza 10 kite (hece) nivîsandiye, ji serî heya binî wûsa ye. Û di vê destana evînînî de 10 nav hene. Belê matêmatîka destanê li ser 10’ê hatiye sazkirin.

Wekî nimûne, em niha bendekê ji destanê vekitînin.

Ye’nî ne ji qabil û feqîrî
Belkî bi te’essub û  eşîrî

Her rêzikek  ji 10 kiteyan pêk tê. Em yekê vekitînîn.

(ye’+nî+ne+ji+qa+bîl+û+fe+qî+rî: 10 kite)

GELO ÇIMA HEJMARA 10'Ê

Ji ber ku ji koma hejmarên destpêkê pêk tê (1+2+3+4=10), 10 wekî nimreya nûwaze (pir hêja) tê qebûlkirin. Hem jî tiliyên herdu destan deh in.

Her wekî din ji bo Mûsa Pêxemberî 10 ferman hatibûn ku wî neteweyê xwe rizgar kir. Her wekî din di pirtûka Îbraniyan a qedîm Zoharê de dibêje "Gerdûn bi 10 peyvan hat afirandin". Di mîtolojiya Emrîkiyên qedîm Mayayan de 10 nîşana dawîbûnê ye lê piştî vê dawîbûnê destpêkeka nû peyda dibe.

Li gor zanyarê Yewnanî Pisagor û kesên li ser rêbaza wî 10 şahê hejmaran e; Hemû netewe lê kom dibin, dema gihiştinê dibin MONAD. 'Monad' yekitiya nayê têkbirin e; Komika matematîjî ya bêdawî ye ku digel çi komikên din hevpar nabe. 10 hem asîman û hem cîhan e. Hejmara ku hêz, rûmet û rêzê dide ye. Ew sembola kamilbûnê, nûwazebûnê ye, maka hebûnê ye. Hejmara ku hemû hejmaran dihûndirîne 10 e.

Ehmedê Xanî li ser bingehê Kurdayetî û Misilmanetiyê, felsefeya Yewnanê, dîroka Îbraniyan û serpêhatiya Mûsa peyamberî ji xwe re kiriye rêber. Ger em bînin bîra xwe gelê Îsraîlê li Misrê bindest bû. Mûsa  Pêxember, bi têkoşînê, gelê xwe yê bindest azad dike, 10 fermanan pêşkêşî neteweyê xwe dike. Jiyana wan bi 10 fermanan bi rêvedibe. Bavê kurdên nûjen Ehmedê Xanî dixwaze wekî peyamber Mûsa berê gelê kurd bide azadiyê. Di Îslamê de 10 nîşana bihûştiyan e, hejmara taybetiyên qencan e. Hejmara kamilbûna ramanê ye.

Gelê kurd wê çawa ji bindestiyê bigihe azadiyê? 

Beriya her tiştî yekitî. Lê yekitiya bi zanînê hatiye xemilandin. Wekî me amaje pê kiriye 10 Monad e ango nîşana yekitiya netêkber e;

Ger dê hebûya me îttîfaqek
Vêkre bikira înqiyadek

Rom û ereb û ecem temamî
Hemiyan ji me re dikir xûlamî

Ehmedê Xanî li vir dibêje heger em kurd yekitiya xwe ava bikin û bi hev re berxwedanê bikin, em ê ji bindestiyê rizgar bibîn. Di ser de em ê li ser axa xwe pêşkêşiya gelên dî jî bikîn.

Hêjayî gotinê ye ku; Hinek zanyar û rewşenbîr dibêjin; “Ev peyva neteweyî Bedirxaniyan lê zêde kir. Ne mûmkîne ku wê demê hizra neteweyî li ser rûyê dinê hebe da ku li ser bike”.

Rast e, beriya 300 salan li ser rûyê dinê Neteweperwerî nebû. Mirovan ji ber cidahiyên dînî û mezhebî hev dikuştin, tundrewî û radîkalizma dînî hebû. Lewma wekî dermanê mirovahiyê yê demkî Hizra Neteweyî li ser rûyê cîhanê hêj nû ye. Lêbelê destxeta li serdema Ehmedê Xanî hatiye nivîsandin, bi xêra lêkolîner Tehsîn Îbrahîm Dostkî gihiştiye destê me. Û birêz Huseyn Şemrexî li weşanxaneya Nûbiharê çap kir jî... Di wê Mem û Zîna resen de, ev hizr û bendên neteweyî hene.

Jixwe Ehmedê Xanî di beşa 6’ê ya Mem û Zîn de dibêje:

Ye’nî ne ji qabil û feqîrî
Belkî bi te’essûb û ‘eşîrî
Hasil ji ‘înad eger ji bêdad
Ev bîd’ede kir xîlafê mû’tad”.

Li vêrê dibêje: “Min hişkbawerî û rehgirî ango nîjadperwerî, li dij hişmendiya cîvak û cîhanê ya heyî dirust kir´.   Û bi vî awayî hizra xwe ya neteweyî beyan dike.
DI MEM Û ZÎNÊ DE WATE Û RAMANA NAVAN

Zîn: Zîn navekî mîtolojîk e, nîşana hîvê ye, azadî û welat e; Kurdistan e.

Mem: Mem kurd e, gelê kurd e. Mem, Zînê şeva Newrozê nas dike. Anko kurd, Kurdistanê bi Newrozê dinase.

Di destanê de Mem dixwaze bigihe Zînê. Wate ew e ku; Kurd dixwaze bigehe azadiyê, Kurdistanê. Lê Xanî dibêje "Ez ê derd û dermanê we bi çîroka evînî bihêxim dilê we. Rojekê dê bê nifşeke kurdan dê fehm bike ka di vê destana evîndariyê de min çi veşartiye (...)".

Sitî: Stêr e. Şeva tarî rohnî dike. Di nav tarîtiya bindestiyê de pêşiya bindestan rohnî dike.

Çeko: Ev nav ji çekdariyê tê; Kesê çekdar. Nîşana şervanên Kurd. Ji bo ku Mem bigihe Zînê di destanê de her dem fedakar e, Pêşmergeyê evînê ye.

Beko: Ev nav ji 'bikir' û 'kirînê' tê. Di destanê de Beko nîşana fesadî û xwefiroşan e. Dagirker û dijminên Kurdistanê gelek ‘ewanên mîna Beko dikirin.

Tacdîn: Yê ku taca ango hêz û şiyana wî ji dînî tê. Li Kurdistanê hinek kes hene bi saya dînî dibin serok an jî pêşkêş. Gelek ji wan baş ji bin gelek jê xerabî bi serê kurdan anîne. Ehmedê Xanî di destanê vê rol daye Tacdînî. Nîşana desthilatiya wê demê ye.

Mîr Zeydîn: Mîrê Botanê ye. Wekî em dizanin gelek rêveber û girgireyên kurdan çend ne rast be jî digotin em ji binelama Peyamber in. Neslê xwe wekî ereb didan zanîn. Ku em pirtûka dîroka kurdan Şerefxanê bixwînin ev rastî lê heye. Di Mem û Zînê de Mîrê Kurdan Zeydîn e. Ji peyvên 'Zeyn' û 'dîn'  pêkhatiye ev nav. 'Zeyn' tîpek ji elîfbêya Erebî ye. 'Dîn' jî misilmanetî ye. Ango kurd çawa dihatin rêvebirin di vir de jî tê eşkere kirin. Û ew rol daye Mîr Zeydînî...

Heyzebûn: Ew rewşenbiriya gelê kurd e. 3 berpirsyarî wê dane wê. Berpirsyariya rêvebertiyê, berpisyariya gelê kurd û berpirsyarî û ramana gerdûnî.

Lê belê wekî me amaje pê kiriye, ew 10 navên di destanê de bi vî awayî felsefî, dîrokî, sosyolojîk in.

Ehmedê Xanî, di destanê de qala hemû qehreman û pêşengên kurdan kiriye. Û li gor taybetiyên wan gelê me vexwendiye berxwedan û hevgirtina neteweyî.

Ehmedê Xanî sala 1600’an hatiye dinê. Dema hatiye dinê Osmaniyên Sûnne û Safewiyên Pers-Şîa şerê xwe yê qirêj û talanker li meydana Kurdistanê dikirin. Li dawiya şerî  herdu hêzên dagirker Peymana Qesra Şirîn pêk anîn. Bi wê kiryarê Kurdistan bû 2 parçe; Parçeyek gihişt Osmaniyên Tirk, yek jî gihişt Safeviyên Pers... Û gelek komkujî li Kurdên nerazî kirin.

Ehmedê Xanî piştî vê bûyerê 13 salan, hatibû dinê. Xanî diyar dike ku tasek ji ava welatê xwe Kurdistan, nade bi hewza kewserê. Li peymana Osmanî û Safewiyan ya Qesra Şirîn tu mefer û feydeyê nabîne. Piştî roja Kurdan tarî bû, mirin ji emberê xweştir e. (Ember şahiya li bihûştê ye)

Fîlozof Xanî bi peyvên watedar derd û hawara Kurdistanê bi vê helbestê vedibêje:
  • Tasek ji vê ava zelal, nadim bi hewza kewserê.
  • Levhatina Qesra Şirîn, lê nabînim tu meferê.
  • Piştî roja me bû tarî, mirin xweş e ji emberê. 
Lê belê bavê Xanî dermanê xwe wiha pêşkêşî me dike:

Ger dê hebûya me îttîfaqek
Vêkra bikira me înqiyadek
Rom û ereb û ecem temamî
Hem’yan ji me re dikir xulamî
Tekmîl-i dikir me dîn û dewlet
Tehsîl-i dikir me ilm û hîkmet

Belê Ehmedê Xanî zanyarekî pir kûr e. Bavê Kurdîniyê ye. Pêwîstî bi xebat û lêkolînên mezin li ser hizr û ramanên wî, berhem û boçûna wî heye. Her neteweyekê nîşanek rewşenbîrî û zanyarî heye. Ya me jî Ehmedê Xanî ye. Pirtûka me ya neteweyî jî Mem û Zîn e. (Bedel Boseli, www.bedelboseli.com)
ANASAYFA ve İLGİLİ HABERLER için BURAYI tıklayın