Evîna min welatê min e, bêhna welat ji te tê

Tu Zîn î ez Mem, tu Leyl î ez Mecnûn, tu Juliet î ez Romeo... Ya kurt; Kurdistan î ez jî Kurd.

Nivîskar: Bedel Boseli, www.bedelboseli.com

Şeqîna brûskên, ji ewrên jiyana te tarîkirine, dilê min ji xewa giran xist nav bihuşta evîna te... Xem û kulên Kurdistanî digel agirê dilê te qelihan li ser mêlaka min a xwîna welatê bindest ketiyê. Zanebûna ji Xanî û Platon û Rousseoyan brûskên agirîn û bi ronahî berdaye mejiyê min yê azad. Ew zanebûn dibe pêleke  îlahî û  bi hezkirina min a ji bo te, hêzeke bêdawî dide min, di nav tarîtiya gerdûnê de.

Gava baraneka bi dilopên şil û nermik ji ser rûyê te herikî li ser lêvên te ên têr xwîn, ji bo min xewn û vîn, bawer bike nameya tama evîna min radigihîne xemla riha te, ew şilahî.

Şexsiyet û bedewiya te bû şifreya dilê min.

Tû bi xêr hatî ey gula bexçeyê îrema Melayê Cizîrî. Tu bi xêr hatî ey hevalkara tesewira Xaniyê Mezin, tu bi xêr hatî ey keça kurdan ya di hest û helbestên Cegerxwînê evîndar de hatiye şêkirandin. Tu bi xêr hatî ey fêkiya bîr û baweriya Melayê Cizîrî... Tu bi xêr hatî ser textê dilê min ê bi rengê welatê te hatiye xemilandin. Tu bi xêr hatî hêvênê vejîn û nûjeniya riha min. Tu bi xêr hatî bexçê dilê min, delala min.

Di her gav û her katê de rûken dibim bi bejn û bala te ya xeyalî. Bîranînên te hêz didin viyan û gurmêna vî dilî. Baweriya min, a serekaniya wê  tu, sivik dike barên li ser vî milî. Bi eşqa te dilê vî dilkulî her diqelihe û dinale. Jîn û şahiya min tuwê, şîn û êşa min tuwê… 'Bo te şêt û şeyda me, bo te dîl û giryan'.

Gava keserên te, bi kirrêna dilê te tu xemgîn kirî ey yara bedew! Roja ku te himbêz bikim li bira xwe bîne û bendewara jiyaneke bi hêviya erênî be. Li stêrikan bimeyize! Ka çawa heya roj derdikeve, tarîtiyê vediçirînîn, divê her Kurdeke weke te, peywira xwe bi cih bîne û bibe stêrikek li dora rojê. Tu jî weke wan stêrikan ji kerbê şivanên tarîtiyê, ta ku roj hiltê, bi biriqîna çavên xwe, ronî bike dilê tekoşerên dozbilind û cihbilind. Gava tu bêhêz mayî şebçiraxa min, van peyvên ji xweşikiya helbestavaniya biaheng li ser riha  xwe biherikîne:

Gava tu westiyayê.
Bêhêz û bêpişt mayê
Xwe bernede li ber bayê

Serê xwe bilind bike
Xwe rûken û rind bike
Mejiyê xwe azad bike

Her neke şerê jînê
Pir dost be li gel cîhanê
Da tu xweşiyê bibînê

Ji bo derbasbûnê ye asteng
Ji bo serfiraziyê ye ceng
Ji bo feydeyekê ye her reng

Eger dilê te xweş be
Û rûyê te her geş be
Cîhan dê ji bo te baş be

Rêka me dûr û dirêj, barê me giran e. Çareseriya me ne bi serjokirinê, ne jî bi girînê ye. Bizane ku em rêwiyê bêdawîbûnê ne.

Tu keça kurda yî, gelek rêber û serokan  bawerî bi te anîn û xwe avêtin di nav agirê man û nemanê de. Tu jî ji xwe bawer be, hemwelatiyên te serbilindiyê dixwazin, da ku çav li te bikin serbilind be û weke pêtala azadiyê bikeve pêşiyê û rêberiyê bike. Ji bo Kurdistaniyên hêj jiyana bêsînor nehatinê vê cîhana sînordar, welatek azad û pak pêwîst e.

Were yara min, were em dest bavêjîn avakirin û paqijyê.

Tu, ji doza agirhezan î, ji binemala Medan î. Tu hevparê jiyana ji ronahiya Prometheusê fedakar, ji hêza Mîrdatê Zîlanî yî; Ji fêkiyên edalet û gernasiya Selehedinê Eyûbî, ji çanda xweşmirovahiya Kerîmxanê Dimeylî yî.

Xwe nas bike delala min, xwe bi hîmet û gernas bike. Mezin bifikire, bilind bifire; Bo sînorên bextewariyê, bêsînoriyê taqî bike.
...

Vê helbestê bike mêvanê rizgariya wan bîr, bawerî û boçûnan ku yên te di kurahiya şkeftên mejiyê xwe de afirandine û lê asê hiştine:

Keça kurda, xwişka merda
Te xwe berda nava derda

Ev çend dem e ev çi xem e
Hingî heme ma ne şerm e

Serbilind be baş û rind be
Wek piling be pêş û find be

Xelet nebe xwişkê rabe
Bi xîret be li ber bara be

Xweşziman be wek derman be
Wek gulan be li ber dilan be

Neviya meda xwişka merda
Xwe bes berde nava derda

Îro yara min! Îro ye jiyan. Dûh derbas bû sibê jî ne beyane ka emê bijîn yan jî najîn. Wesxwe ev bêhna em têde heye. Divê em û niha bi hev re bijîn. Ya borî bîr e, ya bê jî bawerî ye, niha em bixwe ne û li gel xwe ne. Her kat, her gurmêna dilî zêrîn û watedar e ji bo xêr û xweşiya me.

Evîn û hezkirina xwe dilop dilop berde li ser rihê min ê li meyla bêdawîbûnê. Tu, stêrika bi ronahiya evîna min taritîyê diqelişînit î.

Êdî bes e roj hat!
Wek aveke zelal riha xwe berde
Li ser rihê min ê şewat.
Hevjîniya xwe li min bike xelat.
Kat bi kat dilê min ji bo te dike kut! kut! kut!
………………
Evîna te dilê min de veşartî ye
Neyîna te ji riha min re jartî ye
Rindika min dil bide min
Hebûna te ji canê min re pêkhatiye

Çawa berfa spî, nermik û şilîn xwe davêje ser singê axa germ û têr jîn; tû ji bê dudilî xwe berde ser singê min ê nişana mêranî û gernasiya Kurdewariyê.

Tu Zîn î ez Mem, tu Leyl î ez Mecnûn, tu Juliet î ez Romeo... Ya kurt; Kurdistan î ez jî Kurd.
ANASAYFA ve İLGİLİ HABERLER için BURAYI tıklayın