Kurd 4700 sal in tirsa çavê emperyalîst û zordestan in

“Gelên Zagrosan da ku bibin bela serê Împeretoriyan, destûrê nedin emperyal bijîn û pêşbikevin hatine dinê”.  (Prof. Dr. George Rowlinson, Zanistgeha Oxoford)

Nivîsar: Bedel Boselî, www.bedelboseli.com

Dema Brîtanya (Îngîltere) serwerê cîhanê, bihara 1932’wê li gel Iraqê derdora Rewandûz, Akrê û Amîdiye li hemberê şoreşvanên Barzanî ji leşkeran tije kiribû. Rêberê kurdan, Şêxê Ehmed Barzanî li hemberê Emperyalîzma Brîtanya û Osmaniyan serê xwe hîç netewandibû. Di ser de Pêşmergeyên xwe yên Neqşî ji bo parastina Ermeniyan şandibû şerê Osmaniyan.

Hemîltonê Birîtanî di pirtûka xwe de dibêje: “Birîtanyayê dixwest ku sileh û teknolijiya xwe ya nû biceribîne, leşkerên xwe perwerde bike. Ev ceribandin û perwerdehî dê li ser kurdan bê kirin. Min pêşniyarî serleşkeran kir ku bila li çolistanê; cihên vala vê ceribandinê bikin. Ji ber ku Ereb li nav Kurdan hebûn dibe ku wan Ereban jî zerer jê dîtibana. Me nedixwest Ereb bimirin.” Lêbelê Mela Mistefa Barzanî yê 29 salî li Dola Vajî leşkerên li cîhanê herî xurt têk dibe. Eskerên Brîtanya û Êraqê direvin. Tev rêveberên cîhanê şaşgirtî dimînin. Mela Mistefa Barzanî bi wê sefiraziyê êdî dibe roja gelê Kurdistanê.(1)

Ji serê dîrokê heya îro dewletên li dijî edalet, wekhevî, pêkvejiyanê her dem Kurd ji xwe re kiribe armanc. Gelo çima Kurd?

Werin em biçin beriya 4700 salan ji wê demê dest pê bikin

Wê heyamê rêveberiya Akadê, Sûmer têk biribû û cîhan li Mezopotamyayiyan tarî kiribû. Jixwe Sûmer jî dewleteka koledar û zordest bû. Bajarên gelên li Kurdistan û 'Rojhilata Navîn' talan dikirin. Zengîniya wan, keç û xortên wan jê distandin, ji xwe re dikirin mal û kole. Pez, hesp, genim, ceh çi heye dest danîn ser(4). Hema roja îro jî dagirkeran dest danîne ser zengîniya welatê me.

GURZÊ EDALET Û PÊKVEJIYANÊ JI ÇIYAYÊN KURDISTANÊ HAT XWARÊ

Xelkên li çiyayên Zagrosan ango li Qendîl, Metîna, Agirî, Cûdî, Heftenîn, Zap, Dêrsim û hwd. yekitiya xwe çêdikin û ji wir tên tên xarê(5). Li hawara bindestan diçin, koledaran têk dibin(6). Ew gelên cida lê eqrebeyên hev navê yekitiya xwe dikin “GUT” (Gutî). Kurd neviyê wan qewmên berxwedar û azadîxwaz in. Dîroka kurdan bi berxwedana li hemberê koledaran dest pê dike. Niha jî kurd rola xwe dilîzin.  Peyva “GÛT” ji peyva “KURD” peyda bûye.(7)(8) Gutî bûn desthelat û Kerkûk kirin paytext.(9) Sîstema wan a komalî konfederalîzm bû.(10) Her gel û cîvak di nav wê yekitiyê de serbixwe bû. Dema dewletên koledar têk dibirin, tevlî karên wan ê navxweyî nedibûn.

Gutiyên şoreşvan porê xwe sor dikirin. Ji dûr wekî mirovên sersor xwiya dikirin. Çanda şoreşvaniyê ya sersor (kûmsor, kızıllbaş) ji vir tê. Balkêş e ku serhildana Birahîm Peyamberî ya li hemberê koledarên xwînmêj (Akadan) tam li vê heyamê ye.

YEKITIYA MED Û ZÎLANÊ LI HEMBER ZORDESTAN

Li hember zordest û koledaran nîjadên ango qewmên Aryen û Hurrî-Urartû li dijî koledaran yekitiya xwe çêdikin(11). Li pêşiyê bajardewletên Hurrî, dewleta Mîtanî û piştre Dewleta Medyayê ava dikin. Kurd, Belûç, Azerî(12), Mazenderanî… neviyên vê yekitiyê ne(13).

Gava Dewleta Medya ya konfederal serfiraz dibe, ber bi Anatoliya ve fireh dibe. Artêşa Dewleta Med li Sînorê Meledî, rastî lêzim û eqrebeyên xwe Zîlaniyan (Mîlanî) tê û artêşa xwe dikin yek, li hemberê Dewleta Lîdya artêşa xwe dikin yek. Û piştre li hember Împeretoriya Rome berxwedanê dikin(14). Piştî Konfederasyona Medya têk diçe jî Konfederasyona Zîlanê hebûna xwe bi 3 dewlatên xwe diparêze. Hemû bindest û jarên li rojava û rojhilat hawara xwe digihînin Zîlaniyan(15). Spartakûs li hember zordestiya Dewleta Rome bi piştevaniya pêşiyên kurdan mezintirîn bexwedana koleyan pêk tîne(16). Jixwe li Asya û Ewropa yekem car Qralê Dewleta Zîlanê Mîrdatê 6ê koledariyê qedexe dike. (Li ser vê mijarê nivîsara min a zanistî dê wekî 10 rûpel bê weşandin.

Her wekî din berî 2179 salan Dewleta Komagene li Kurdistanê hatibû avakirin (Bz.162 - Pz.72). Li vî bajardewletî şer û pevçûn nebûn, hemû nîjad û kinête bi hev re dijiyan. Lewma nav wekî "koma kinêteyan" hat danîn ango Komagene (Koma qewman). Pêkvejiyaneke xurt li wir hebû.

Heger em baş lê binêrin dê bibînin ku gelên Kurdistanê di dîrokê de ji bindestan re ronahî, bo zordestan tirsehêz bûn. www.bedelboseli.com

Dema ewropiyan Rojhilata Navîn û Qûds dagirkirine, li wir Zordestî li Misilman û gelek Cihûyan kirine, Seleheddîn Eyyûbî biyanî ji Qûds û Rojhilatê Navîn derxistin ku ew bixwe Kurd bû.

Selaheddîn Kurd got: “Cihû, misilman û cîvakên din werin ser axa xwe”(17). Aşitiyeka bêheval peyda kir. Mîna pêşiyan gotiye “Gur û mih bi hev re çêriyan”. Hinek dibêjin “Seleheddînê Eyyûbî ji bo kurdan çi xizmet nekiriye”. Lê ev hizir tewş e, rast nîne. Xizmeta herî mezin bo Kurdan, Rojhilata Navîn û Efrîqe kiriye.

DERSEKA PÊWÎST BO OSMANIYAN

Em dikarin ji nav gelek mînakan Dewleta Zend a kurdan bidin ku li sedsala 18’ê ev dewlet ava bû, paytext jî Şîraz bû(18). Gelên rojhilatê navîn (ereb, ermen, faris, cihû…) ji vî rêveberî re pir hez kirin, hawara xwe birin ba rêveberê dewletê.(19) Rêveberê kurd Kerîm-xan Dimilî, ji dînê(20) Yarîsan (=elewî=Êzidî) bû(21). Qedexe kiribû ku kesek jêre bibêje “Qiral”, “Siltan”, “Serok” an jî tişteke din û digot “Ez tenê wekîlê xelkê me”(22). Milletan ew qas jê hez dikirin ku, dema biyaniyan êriş dibirin ser Dewleta Zendê xelkên ne di bin rêvebertiya wî ve, bi xwe li hawarê diçûn (23).

Hêjayî gotinê ye ku ev rêveberê kurd, Kerîm-xan Dimilî nameyekê ji Osmaniyan re dişîne û dibêje: “Waliyê te yê Bexdayê zêde bacê ji xelkê distîne û zordestiyan dike, pir bêguneh kuştine, divê bê sizadan (cezakirin)”. Osmaniyan guh nedan nameya wî, sivikatî li gel nameya wî kirin. Lewma Zendan artêşa Osmaniyan a pir mezin têk bir, geştiyên wan yên li ser deryayê şewitandin. Piştre Osmaniyan her çend lêborîn xwest, lê lêborîna wan qebûl nekir. Çû waliyê Bexdayê kuşt, 1776ê dest danîn komgeştiya (donanma) Osmaniyan a li Basrayê(24) (Gotara taybet a zanîstî, bo vê mijarê amedeye ku (6 rûpelî) ez ê biweşînim.)

Belê em êdî têdigihin ka çima dagirker dixwazin kurdan tune bikin!

Me dît ku tovê ronahî, pêşketin, pêkvejiyan, edalet û aşitiya gelên Rojhilata Navîn li Kurdistanê ye. Dixwazin vî tovî biqelînin. Lewma. Dema we li filmê Avatar ê sînemayê temaşe kir vê tiştê bînin bîra xwe. Hema dema em roja îro dibîn ku li Herêma Kurdistanê (Başûr - 2017), 5 zimanên fermî hene. 8 dînên cuda nûnerên xwe yên fermî li Wezareta Diyanetê hene. Her netewe bi zimanê xwe, bi baweriya xwe perwerde dibe. Ev edalet, demokrasî û ronahî bo zordestên dagirker metirsî ye.
Çima dixwazin kurd nebin?

Ji ber ku rehê çareseriya herî baş li Kurdistanê pir kûr e. Ew jî edalet û pêkvejiyan e. Lewma dixwazin vî rehî tune bikin.

Êdî gelên Kurdistanê li ser piyan in. Em baş dibînin ku dê hêza rizgarîxwaziya Kurdistanê mîna pêşiyên xwe Gutî, Mîtanî, Med, Zîlan, Eyûbî, Zend û hwd. dawiyê li Emperyalên koledar bînin.

Em dikarin li pêş wêne û waneya dîrokê bi hêsanî bibêjin: Serfiraziya Kurdistaniyan, serfiraziya tev Rojhilatê Navîn e; Rizgariya mirovahiyê ye.

Ka werin em berê xwe bidinê ku ji Zanistgeha Oxofordê, Prof. Dr. George Rowlinson derheqê Kurdistaniyan de çi gotiye:

“Gelên Zagrosan da ku bibin bela serê Împeretoriyan, destûrê nedin emperyal bijîn û pêşbikevin hatine dinê”.
----------
Çavkanî:
(01)- Barzani ve Kürt Ulusal Özgürlük Hareketi-1,C. 1, S. 36-42 Mesut Barzani,Doz Yayınları.
(02)- Malpera rojnameya Sabah, 09.05.2011, ABD Büyük Elçisinden PKK yanıtı.
(03)- Axaftina Ahmet Turk ya li kombûna KCD li Amedê, 4ê Gulanê 2011.
(04)- Kurd, Viljhevsiskj, r.43, Pirtûkxaneya Eslîxan Yildirimê
(05)- A History of Warefare, John Keegan, Chapter: 214 (06)- Tarihte Neler Oldu, Gordon Childe, s.165, Kirmizi Yayinlari
(07)- Morris, -Maria T. O'Shea, 2004, Trapped between the Map and Reality: Geography and Perceptions of Kurdistan p. 66 ff.
(08)- Niha jî xalanên min Goyî yên li gundên çiyayî dijîn nabêjin “Kurt” dibêjin “Ku(r)t”. Heger “r” ne li serê peyvê be tam nabêjin. Jixwe hûn jî dizanin “g” û “k” pir caran cih diguherin. Kurd <-- >Gut.
(09)- William Gordon East, Oskar Hermann Khristian Spate, The Changing Map of Asia: A Political Geography, 1961 - 436 pages, p: 105
(10)- Dema em em berê xwe didin lêkolînên zanistên Diakonov, Shilkiyov, Vilcheviskj em vê yekê eşkere dibînin.
(11)-Kurd,  Viljhevsiskj, r.116, Pirtûkxaneya Eslîxan Yildirimê
(12)- Gelek kes guman dikin ku azerî tik in. Lê bi eslê xwe med in. Ango lêzimê kurdan in. Zimanê azerî pir dişibe kurdî. Lê niha asîmîle bûne û bi zimanê tirkî diaxivin. Gotara vê mijarê jî ya zanistî amade ye ku ez ê pêşerojê biweşînim.
(13)- Ji bo vê mijarê pirtûka Prof. Dr. George Rowlinson a ku navê wê “Five Great Monarchies of The Ancient Eastern World” çavkaniyeka baş e.
(14)-  KURD: Bir El Kitabı Kürtler (Izady, Weşanên Doz, Rp.84, 85, 86, 87, 88
(15)-(16)- Cassius, History XXXIX
(17)- Şîa di vî warî de dijberiya Seleheddînê Eyûbî dikin. Dibêjin:“Heger Seleheddînê Eyûbî vihû neanîbana Qûdsê niha dewleta Îsraîlê tunebû”.
(18)- Ansîklopediya Îranica,”Zand Dynasty”
(19)- Kürtler, Izady, S. 119, Doz Yayınları
(20)- Ji ber ku peyva “0l” ji peyva tirkî ya “yol” hatiye peydakirin ez bikar nahînim. Peyvên wekî “dîn” û “ayîn” çêdir li kurdî tên.
(21)- Heger em berê xwe bidinê ayînên yarîsanî, êzidî û elewî mîna 3 mezhebên dînekê ne. Jixwe di şerefnameyê de ji bo her 3 ayînan peyva Yazadanî tê nivîsandin.. Nivîsarên vê mijarê amadene û dê bên weşandin.
(22)- Kürtler, Izady, S. 119, Doz Yayınları
(23), (24)-Dîroka Kurd û Kurdistanê, Mehmed Emîn Zekî Beg, Weşanên Avesta, r. 425-437
ANASAYFA ve İLGİLİ HABERLER için BURAYI tıklayın