Rahê Kurdan û rastiya NEWROZê – 1

Kurd û Pêşiyên kurdan kî ne? Newroz çi ye? Zanyariyên xelet ên li ser Newrozê û agahiyên rast... Hurrî, Urartu, Aryen, Mitannî, Med... Di vê nivîsarê de em dê li ser rahê nîjadê kurd, dîrok, ziman û pêşiyên wan rawestin.

Nivîskar: Bedel Boselî
  • Çand û zimanê kurdên îroyîn Arî (Aryen) ye. Lê berî ziman û çanda Arî yê nîjadên Hûrrî û Urartû li seranserê Kurdidtanê serdest bû. Hem Hurrî û Urartu, hem jî Aryen pêşiyên kurdan in. Kurd neteweyeke ji têkeliya wan in. Herçend zimanê hemû Kurdan Arî be, wekî kinête kurd piranî ji qewmê Hurrî ne.
  • Kurd neteweyeke ku ji yekbûna pir nîjadên Kurdistanî pêk hatiye û bûye neteweyek. Piştî Dewleta Medya, bi Şoreşa Newrozê ava dibe, çand û zimanê xwe yê Aryen li nav hemû qewmên Kurdistanî, Azerbaycanî û Belûcîstanî belav dike.
  • Em çawa dizanin Medî pêşiyên Kurdan in? Kêmzêde 20 milyon Beluc di bin dagirkerita Pakstan, Hindistan, İran û Turkmenistan ve dijîn. Wan 2 pirtûkên xwe yên qedîm parastine. Di pirtûka Eşîran a qedîm de, behsa Mediyan, eşîrên Medî dike. Têde dibêje Medî kurd in. Ew pirtûk Belucan jî wekî Kurd didin zanîn.
  • Newrozê pêvajoya netewebûna Kurdan daye destpêkiririn û şoreşeke siyasî bû.
  • Newroza kurdan û nîjadên din ji hev pir cuda ne. Ka çawa Noela Krîstiyanan û Remezana misilmanan cuda ye...
  • Kurd, Belûç, û Azerbaycaniyên resen lêzimên hev in, rahê wan yek e. Newroza wan jî wek hev e.
  • Newroz, şoreşeka siyasî ye. Pêşiyên me negotine “Ax çi xweş e, bihar hat tilîlîlîlî em pîroz bikin”. Yên ku dixwazin wekî “cejna biharê” bidin qebûlkirin, xwedî aramancên dagirkerane ne. Lewma dixwazin naveroka wê ya jiyanî û şoreşî vala bikin. Ka çawa naveroka Îslama di mejiyê xelkê de vala kirine, mirovahî, wekhevî, xêrxwazî tune kirine... Lê belê hinek qewmên din Cejna Biharê pîroz dikirin lê ew ne Newroz e.
  • Kurdan û lêzimên wan li hemberê zordestiya Dewleta Asurê ser hil dan bi şoreş û şerî welatê xwe azad kirin. Û Newroz pîrozbahiya wê serfiraziyê ye. Lê piştî Kurd azad dibin, Dewleta Medyayê ava dikin, diçin Nînoweyê bo tolhila xwe hildidin. Lewre divê şerê toşhildanê yê Nînoweyê wekî Newroz şanî xelkê xwe nedîn, pesnê xwe pê nedin. Berî tolhildana Nînowayê bi dehan salan ji xwe Newroz dihat pîroz kirin. Şerê li Nînowayê ne li Biharê lê li Payîzê pêk hatibû. Kurdên resen wê serfiraziyê bi navê "Roja Tolhildanê" pîroz dikirin.
  • Destana Kawayê Hêsinkar çi têkiliya xwe li gel rastiya Newroza Kurdan nîne. Wê demê pêşiyên me ji parêzgeran (walî) re digotin "Kawa". 3 Kawayên (Waliyên) Medî xwe dikin yek û şoreşa azadiyê pêk tînin. Lê hinek lêkolîner dibêjin; Piştî kurd xwe rizgar dikin, dewleta xwe ava dikin, Pers dixwazin wê dewletê têk bibin. Bi alîkariya 'Kurdên xayîn' qralê Kurdan dikujin, rêverî dikeve destê Persan. Lewma Pers yek ji wan xayînan bi navê Kawayê Hêsinkar navdar dikin û dikin destan. Dehak jî qralê Medyayê yê dawîn bû, ew kesayetiyeke pîroz bû bp Kurdan.

Neviyên Mediyan: Kurd, Belûç, Azerî.

Heta em em xwe nas nekin, nikarin Newrozê baş têbigihin. Lewma divê em li pêşiyê berê xwe bidin rah û koka xwe.

Gotina “Kurdistan” ji peyvên “Kurd” û “-stan” pêk tê. Em baş dizanîn ku li serê dîroka nivîskî cîranan ji kurdan re her digotin “kurtî”, “karda”, “kadû”, “kardûx”, “gurd”, “gut”, “kortûx”, “gortay”, “kurdaye”[1]-[2]. Wateya peyva "Kurd" wekî “çiyayî”[3] û “qehreman”[4] tê zanîn.

“U” ya peyva “Kurd” gelek kes xelet dixwînin û bilêv dikin. Ew bi rastiya xwe di navbera “i” û “w” de ye. Ne wek “u”ya Ingilîzî an ya Tirkî ye. Ji xwe Kurdên Kirmanc (Zaza) ji xwe re dibêjin “KIRD” ku peyva kurd hema ev bi xwe ye. Di pirtûka yekemîn a Zazakî,  Mewlûdê Xasî de ji bo “Zazakî” dibêje “KIRDΔ[5] ev hema ew peyv e ya em kurmanc bilêv dikîn[6].

Wateya peyva “stan” jî “welat” û “war” e. Ev gotineka “Arî” ye. Ango dibe malê qewmên Ingilîz, Rûs, Kurd, Frensî, Ermen, Pers (Fars), Hind, Belûç… Çimkî ew ji yek rahê ne… “Stand” a ingilîzî ji vê gotinê peyda bûye [7].

Hinek caran dema em gotinekê, peyvekê vedibêjin hinek radibin û dibêjin “Ev Persî (Farisî) ye, ne kurd ye”.  Ev, ji nezaniyê ye. Farisî, kurdî, belûçî ji 1 zimanî peyda bûne. Ne Kurd Faris in, ne Faris Kurd in, ew lêzimên hev in. Lewma ew peyv malê herdu aliyan e. Ji pêşiyên me Ariyan wekî mîrate maye. Bo nimûne peyva “stêr”. Bi Ingilîzî “star, bi Kurdî “stêr”, bi Farisî “sitare”, bi Hindî "stara" … Ev peyv Arî ye, ango mîrateyê me yê hevpar e. Lewma hem malê Ingilîzan, hem yê Kurd, Hindistanî û Farisan e. Kesekê ji yê dî wernegirtiye. Belê nabe em bibêjîn “Ev ne kurdî ye, Farisî ye”.
Wêne: Rahê zimanê KURDî
Wêne: Rahê zimanê KURDî 

Dîroka kurdan dibe 2 serdem:

1- Serdema çand û zimanê kurdên mêjîn (Mêjîn): Dema em ji Êzidiyeke bipirsin dê bibêjin 'Em Xurî ne' (Hurri). Bi rastî jî Kurdên mêjîn ango qedîm Hurrî ne. Ziman û çanda wan li tevahiya Kurdistanê serdest bû. Gelek qewmên cuda ji Hurriyan peyda dibin; Gutî, Melîdî, Herkarî, Kardu, Muşku, Mana, Nairi û hwd. Pismamên Hurriyan Urartu jî pêşiyên Kurdan tên qebûlkirin. Zimanê Hurrî û Urartuyan ji yek malbatê ne, li ji Kurdiya niha pir cûda ne; Lê heliyan û mirin.
2- Serdema çand û zimanê kurdên nûjen (Îroyîn): Piştî hezaran salan demek tê Ariyên li Kurdistanê yên li herêmeke teng dest bi belavbûnê dikin. Piştre çand û zimanê xwe, li seranserê Kurdistanê dikin serdest [12]. Hinek zimanên din ên pir nêzî medî hebûn ku ew jî ketin di bin vê sîwana netewebûnê ve... Ev çand û ziman li cîhanê jî belav dibe. Kurd bi paranî ji nîjadê Hurrî ne, lê çand û zimanê Kurdên îroyîn bi tevahî Arî ye. Ji 'Arî'yan re dibêjin 'Aryen' jî. Ji mediyan neteweyên Kurd û Belûç peyda bûn. Azerbaycaniyên resen jî Medî ne lê esl û neslê xwe; zimanê xwe ji bîr kirine.

Ji bo nimûne peyva “so” ji zimanên Hurrî-Urartu maye. Lewma hinek kurd dibêjin “melevanî” û hinek dibêjin “soberî”. Gelek caran sedema peyvên cuda yên di nav kurdî de ev in. Hêjayî gotinê ye ku navên bajar û eşîretên kurdan bi piranî ji zimanê Hurrî ne.

3 zimanên serekî ji Medî peyda bûne.


1-) Kurdî: Roja îro -kêmzêde- 40 milyon kurd bi vî zimanî diaxivin.

2-) Azeriya resen (rastîn): Li Azerbayacanê dihat axaftin. Beşek ji Azerbaycanê di bin dagirkeriya dewleta Îranê ve ye. Ev ziman lêzimê kurdî ye lê belê ev 600 sal in heliya ye û xelkên Azerî êdî bi Tirkî û Farisî diaxivin. Ya ku niha li ser televîzyonên wan tê qisekirin zimanê Azerî nîne lê tirkî ye. Bi rastî Azerî dizanin ku neviyên Mediyan in lê wûsa hatine xapandin ku hizir dikin “Medî Tirk in”.

3-) Belucî (Baloch, Balach): Kêmahî 20 milyon Belûç bi vî zimanî diaxivin. Ne heliyane û ziman û çanda xwe gihandine îro. Welatê wan Belûcîstan wekî Kurdistanê kirine 4 perçe û bindest. Dagirkerên welatê wan ev in: Dewletên Îran, Pakstan, Turkmenistan û Hindistan. Heger em berê xwe bidîn komên FACEBOOKê yên Belûçan, dê bibînîn ku nexşe û alaya Kurdistanê li gel ya xwe belav dikin. Pir dibêjin “Belucîstan û Kurdistana Azad”. Û dibêjin “Em Belûç û Kurd yek qewm in”. Hêjayî gotinê ye ku di kevnekitêbên wan de tê nivîsandin ku “Belûçî beşek ji kurdan in”. Ji bo nimûne Akund Muhammed Salih Zengene Beluç berî 372 salan di kitêba xwe ya ku navê wê Kurdgelnamak (Kurd-gel-name) de dibêje; Belûç bi eslê xwe kurd in. Kitêba rahê eşîrên Belûçan heye ku hemû Belûç wê wekî çavkaniyeke neteweyî qebûl dikin û têde dibêje “Belûç û Kurd yek qewm in”[13].
Em berê xwe bidin nav û paşnavên hinek şehîdên doza azadiya Belûçîstanê: Alî Şêr Kurd, Şêr Zeman Kurd, Alî Can Kurd, Mûmtaz Kurd, Xalid Kurd, Anwar Kurd, Yar Can Kurd... (Paşnavê xwe kirine kurd).

Aryen (Arî) kî ne?

Hinek zanyarên demên berê dibêjin Aryen ji Kafkasan belavî cîhanê bûne [14].  Lêbelê lêkolînên nû diyar dikin ku Aryen ji Kurdistanê bûn û ji vir belavî cîhanê bûne (Science, Tîrmeh-2012) Kêmzêde berî 4 hezar salan ji ber sebebên cuda ev qewm ji welatê xwe belavî cîhanê dibe.

  • Hinek ji wan diçin Rûsya û ji wir derbasî Ewropa dibin. Niha çand û zimanên li Rûsiya û derdorên wê; Yên li Ewropa neviyên Ariyan in. Ango: Frensî, Ingilîz, Îtalî, Spanî, Elmanî, Swêdî, Rûs, Moldowî, Ûkraynî û yên din neviyên wan in.
  • Hinek ji wan li Êranê belav dibin, dibin serdest. Welatên wekî Kurdistan, Pakstan, Efxanistan, Ermenîstan, Persiya (Fars), Belûcîstan… di nav sînorên Êrana dîrokî de ne. Peyva ÊRAN ji ARYEN peyda bûye.
  • Hinek Ariyên Êranî derbasî Hindistanê dibin. Hindistan wek Kurdî xwedî ziman û anda Arî ye [15].

Belê wan hemûyan ji xwe re digotin 'Arî' / 'Aryen'. Dema em berê xwe didîn kitêba Zerdûştiyan Avestaya Pîroz û kitêba Hindistaniyan a pîroz Rîg Weda’yê wateya peyva Arî/Aryen wiha vedibêje: Pak, Azad, Mezin, Bi binyat û binemal, Mêhvanperwer…[16].

ÊRANZEMÎN

Gotina ÊRAN wateya (maneya) 'Welatê Ariyan' dide. Di kitêba pêşiyên me Zerdûştiyan de wekî “Ariyanam” derbas dibe. Îro Faris dibêjin 'Îran' lê demên mêjîn wekî 'Ariyanam' dihat gotin, piştre  gotinê 'Êran'. Em kurd jî dibêjîn 'Êran'. 1935 rêverên dewleta Persiya gotin: 'Em nîjadek Arî ne û ev dewleta Ariyan e lewre navê dewleta me êdî 'Êran' (Welatê Ariyan) e'. Navê Dewleta Îran ji vir peyda kirine lê sîstema wan a komarî li ser Esasî mezhepperestî ye, Ariyên ne Şia wekî dijmin qebûl dikin.

NEWROZ Û NETEWEBÛN

Dema ARÎ li seranserê Kurdistanê belav dibînin; hingê pêşiyên me Kurdan ên din li dijî dagirkerî û zordestiya Asûr û Sakayan (Îskît) berxwedan dikirin. Arî û niştecihên berxwedar peymanekê çêdikin. Dê bi hev re şerê Asûrê bikin, welatê xwe azad bikin. Bi vê yekitiyê serfiraz dibin, Kurdistanê û hemû Medyayê azad dikin. Vê serfiraziyê wekî Newroz pîroz dikin. Ev yekitiya gelan navê niştecihan ê 'Kurd', çand û zimanê Ariyan di pêvajoyek demdirêj de qebûl dikin. Bi vî rengî netewebûna Kurdan bi Newrozê dest pê dike. Lewma Kurd Newrozê wekî cejneke siyasî û neteweyî pîroz dikin. Lê hinek cejnên Neteweyên din yên 21 Adarê tên pîrozkirin, ne newroz in. Cejnên hatina Biharê ne û cuda ne.

DÎNÊN KURDISTANÎ

'Dîn' peyveka Arî ye. Bo nimûne pêçûyên dinê Zerdûşt Pêxemberî ji xwe re digotin 'Behdîn". (Beh: Baş, Dîn: Bawerî). 'Ol' jî peyveka Tirkî ye ango "Yol" e ku di klasîkên Kurdî de hatiye bikaranîn. (Li ser vê mijarê gotara min a bi navê;'Ol' Tirkî, 'DÎN' Kurdî ye bixwînin

Dînên wekî YEZDANÎ (Elewî, Êzidî, Yarêsan) û Zûrwanî (Zemanî) beriya serdestiya Aryenan li Kurdistanê belav bûn. Piştî hatina Ariyan Zerdûşt Peyamberê Arî dînê “Behdîn” (Zerdûştî) belav dike û li hember dînên berê reforman (çaksaziyê) pêk tîne. Û navê dînî kiribûn “Behdîn”. Ango “baş-dîn”. Ji bo nimûne dînê Zûrwanî xwe diguherîne û dibe beşek ji behdîniyê (Zerdûştiyê). Elewîyên bira-dînê Êzdayetiyê ye, hem xwe nêzî Behdîniyê dike û hem bandorê li çanda Behdîniyê dike, lê nakeve bin sîwana behdîniyê (Zerdûştî) ve. Lê Êzidî û Yarêsan dê ji behdîniyê (zerdûştiyê) dûr bimînin rastî û bingeha xwe biparêzin. Jixwe di dîrokê dîn, wekî helqeyeke zincîrê ne, li ser hev dewam dikin. Ji Ademî ta niha dîn silsileyeka yek serekaniyê ne.

ALA KURDISTANÊ

Alaya Kurdistanê ji reng û sembolên Ariyan pêk tê. Bi taybet di dîroka Kurdan û Aryenan de her rengê spî û li ser roj û şêr hebû. 'Roj' nîşana Kurdbûnê ye. Kur ji rêberên dewleta xwe re dibêjin MÎR. Wateya peyva MÎR 'Roj' e. Bo nimûne Berî Îsa Pêxemberî dewleta Zîlanê ya pêşiyên Kurdan hebû ku ji rêveberên xwe re digotin; Mîr 1, Mîr 2, Mîr 3. Dema dîrokzanên Yewnanî yên qedîm vê behsê dikin, dibêjin "Mithridades 1, 2, 3...".

Foto: Alaya Komara Kurdistanê (1927-1932)
Foto: Alaya Komara Kurdistanê li Mehabad (1945-1946)
Foto: 1920'an li Botanê Alaya Kurdistanê

Di beşa 2'wê ya vê nivîsarê de em ê pêvajoya Avakirina Dewleta Medyayê û mijara NEWROZê bi berfirehî bibînin.

Çavkanî:
[1] Viladimir Minorsky, Encyclopaedia of Islam, “Kurd”.
[2] “Ansîklopediya Îslamê de kurd û Kurdistan”ji aliyê weşanên DOZ ve hatiye çapkirin û têde beyan kiriye li serê dîrokê ka kîjan cîranên kurdan jêre çi gotine. Li rûpelên 41-48’ê wiha dibêje:
Sûmerî (Sumerians) berî 5 hezar salan digotin pêşiyên me: Karda, Kurtî ve Gutî,
Babîliyan (Babylonians): Garda û Karda,
Asûr (Assyrians): Qurtî û Gutî,
Grek , Yunan (Greks): Kardux ve Gordux,
Ermenî (Armenians): Kortukh û Gortaî (Kardo/Kardox),
Pers (Fars, Persians): Gurd an jî Kurd,
Sûryanî (Syrians) Şunu derlerdi : Kardu û Kurdaye,
Îbranî/Yahudî ve Kildanî (Hebrews and Chaldeans): Kurdaye,
Aramî û Nestûrî (Armamic and Nestorians): Kadu,
Li destpêka Îslamê ereban (Arabs): Kurd (Pirjimara wê: Ekrad),
Pz. Sedsala 7’ê Ewropiyan (Europeans): Kurd
[3] Sûmeriyan ji bo “çiyayî” digotin “kur”. Ji berk u kurdên niştecih li derdorê çiyayan dijîn jêre digotin “kurtî” ango “çiyayî”. Heger wê heyamê ji hinek qewmên din ên li welatên din re jî gotibin “kurtî” ew nayê wê wateyê ku eynî qewm in.
[4]Makers of Civilization in Race and History (1929), P.114
[5] Mela Ehmedê Xasî, Mewlîd, Tadayox: W. K. Merdimîn, Hîvda İletişim, Îstanbul [2008]
[6] Not: Nivîsara Zazakî ya yekemîn kitêba Mewlûdê Nebî ye ku bi zazakî û pîtên erebî hatiye nivîsandin ji aliyê Ehmedê Xasî ve. Li destpêka kitêbê ji zimanê “zazakî” re dibêje “kirdî” û “Mewlûdê Kirdî”. Dema hinekan ev ji tîpên erebî qûlipandin bo latînî peyva “kirdî” jê rakirin.
[7] http://www.etymonline.com, “-stan”
[8] O. L. Vilcheviskj, Kurd, Rp. 53-54, 115-116, 178-179,  , Weşanên Pirtûkxaneya Aslîxan Yildirim, Stenbol
[9]  Hind-Avrupalıların İzinde,
[10] O. L. Vilcheviskj, Kurd, Rp. 53-54, 115-116, 178-179,  , Weşanên Pirtûkxaneya Aslîxan Yildirim, Stenbol
[11] Izady, Kürtler, S. 71, Doz Yayınları, İstanbul
[12] Kitêbek gelek baş hey eli ser vê mijarê ku ji zankoya Oxfordê Prof. George Rawlinsonî nivîsaniye. Ji aliyê weşanên Doz ve hatiye wergerandin bo tirkî. Bi navê “Medya Krallığı”.
[13] Izady, Kürtler, S. 187, Doz Yayınları, İstanbul
[14] J. P. Mallory, In Search of The Indo-Ewropians, P. 255, T&H
[15] J. P. Mallory, In Search of The Indo-Ewropians, P. 255, T&H
[16] Ancyclopaedia Iranica, “Aryans”, Aryan”
ANASAYFA ve İLGİLİ HABERLER için BURAYI tıklayın