Li gor Zagona Kaosê yekitî û MONAD

Yekitî pir baş e. Li gel partiyên biçûk an mezin, rêxistinên qels an hêzdar divê têkilî, hevkarî an jî yekitî hebe. Ji gavên biçûk encamên mezin peyda dibin. Her wûsa dijberiyên biçûk û mezin encamên ji rêzê der û cida didin. Carna gotineke hêsan welatekê diguhere. Belê Zagona Kaosê (Chaos) vê şîretê li me dike. Ramana Pisagorî MONAD çi ye?

Zagona Kaosê çî ye?

Zanyarên wekî Platonê Yewnanî, di serdemên mêjîn de, li ser Kaosê (Chaos) gelek tişt gotin, çêbûna gerdûnê bi kaosê şîrove kiribûn. Lê Zanista modern kaos wiha pejirand:

Serpêhatiya mijarê, li dawiya 1940’an derbas dibe. Zanyar, kompûtereka pir mezin û pêşketî çêdikin. Bi wê kompûterê dê hesabên derheqê gerdûnê de yên kozmolojîk û pir giring bikin. Çavê hemû zanyaran bi kelecanî li wê kompûtera pêşketî û encaman bû. Heta wê demê hizra 'determînîst' li nav zanyaran serdest bû. Li gor vê hizrê tiştên ku îro çêbûne encama çêbûnên dûh yên mecbûrî ne. Tiştên îro çêbûne dê bûyerên sibê yên mecbûrî û matematîkî pêk bînin; Her çêbûn mantiqî û matematîkî ye.

Ji bo mînak Zanista Determînist wiha digot: "Ger em îro leza bayê, germahiyê cîhanê hesab bikin, dê bi hesabên bîrkarî bizanin ka sibê rewşa hewayê ya teqez çi ye. Heger em bikaribin di deqîqeyan de hesabên kûr û dirêj bikin em dê rewşa hewayê ya meheke din, salake din û deh salên din jî bizanin."

Zanyran ev kompûtira mezin û pêşketî bi vê niyetê çêkiribûn. Zanyar kom bûn, hemû hesabên xwe kirin.

Lê mixabin kelecaniya wan zû vemirî. Ji ber ku dema pisporê meteorolojiyê (rewşa hewayê) Ed Lorenz di nav wan hesabên pir berfireh û mezin de nimreyeka ji rêzê der biçûk guherî encamên ji rêzê der mezin û cida peyda bûn.

Werin em li mînaka vê teoriyê ya sereke binêrin; Ger li ciheke aram perperokeka biçûçanok (pelîtank) perên xwe veweşîne bandora vê kirina biçûk li aliyê din yê cîhanê, dibe sebeba bahoz û bagerên mezin.
Lewma tu caran divê em nebêjin “filan kes biçûk e, çi bandorê li me nake”, “filan partî yan rêxistin digel me an li dij me be xem nake”. Divê em van hizran ji mejiyê xwe bavêjin.

Her tişt û her kes giring e.

Her wekî din, li gor zanyarê Yewnanî Pisagor û kesên li ser rêbaza wî 10 şahê hejmaran e; Hemû netewe li 10ê, kom dibin, dema gihiştinê dibin MONAD. 'Monad' yekitiya nayê têkbirin e; Komika matematîjî ya bêdawî ye ku digel çi komikên din hevpar nabe. 10 hem asîman û hem cîhan e. Hejmara ku hêz, rûmet û rêzê dide ye. Ew sembola kamilbûnê, nûwazebûnê ye, maka hebûnê ye. Hejmara ku hemû hejmaran dihûndirîne 10 e.
ANASAYFA ve İLGİLİ HABERLER için BURAYI tıklayın