Li Rojhala Navîn 3 bijarte: Dewletên Neteweyî, Îdolojîk û Mezhebî

Rêveberê KCK ango PKK Cemil Bayık dibêje; "Dema netewe-dewletan borî ye. Referandûma serxwebûnê plana Turkiye ya nihênî ye."

Min jî divêt li ser vê rewşê raman xwe diyar bikim.

Serê sedsala 20'ê kurd bi gotina "Biratiya Misilmanan xapandin û hiştin bindest; niha dixwazin bi gotina "Biratiya gelan" heman planê bînin cih.

DI REWŞA HEYÎ DE, ME BIVÊ Û NEVÊ LI ROJHILATA NAVÎN 3 BIJARTE HENE:

1- Mezheb Dewlet: Heger Mezheb-Dewlet were avakirin, dê kîn û nefreta hezar salî organîze û bihêz bibe. Ev jî tenê xwîn, komkujî û giryan e... Pratîkên dîrokî vê nîşanî me didin. Bo nimûne Îran Mezheb Dewlet e. Li Îranê kesekî ne Şia nikare bibe rêveber û berpirsekî giring. Hema li Tehranê destûr nedabûn Misilmanên Sûnne nimêja cejnê bikin. Vêca rewşa xelkên ji dîn û baweriyên din hûn bifikirin...

2- Îdeolojî Dewlet: Teqez îdolojî dewlet ber bi dîktatoriyê ve diçin. Seddam Huseyin, Beşar Esad, Çin, Koreya Bakur, Fidel Castro nimûneyên serekî ne. Li hember opzîzyonê (Muxalefet) û hizrên cida tîmên daleqandinê (idamê) duristkirin; komkujî, wêrankirin, bigre û bikuje kiryarên wan ên serekî bûn. Her kîjan partiya Kurdan dewleteka îdeolojîk ava bike, divê xelkên ne li ser hizra wan jê birevin; Yan dê werin zindanî kirin an jî daleqandin.

3- Pirnetew Dewlet: Rewşenbîr û fîlozofên cîhanî yên xwedî wijdan ji bo Rojhilata Navîn vê riyê wekî bijarteya baştirîn pêşniyar dikin. Taybet Netew-Dewletên ku nû tên avakirin, xwedî potansiyelê demokratîk û pirneteweyî ne. Em dikarin netew-dewletên Ewropa wekî nimûneyên baş bibînin.

NETEW DEWLETA KURDISTANÊ:

Divê KCK û PKK ti caran gelê Kurdistanê yê azadîxwaz û aştîxwaz ku di vê riyê de gelek bedel dane, neîne rêza neteweyên faşîst. Ji ber ku her neteweyekê taybetiyên xwe yên xas (spesifik) hene.

Ji pratîkan diyar e ku di nav Kurdan da hizre netewe wiha ye: "Gelek millet û baweriyên cida di welatekê de dijîn, xwe wekî endamê wî welatî dibînin. Her millet û xwedî bawerî bi nasnameya xwe ya taybet, bi rengê xwe azadane dijî."

Bo nimûne:

Li Herêma Kurdistanê ya Êraqê 5 zimanên fermî hene. 8 nûnerên 8 dînên cida yên fermî hene. Herkes bi makezimanê xwe perwerde dibe. Benda hilbijartinê nîne. Kêmnetewe têra xwe dengan wernegirin jî bi partiyên xwe li parlamantoya Kurdistanê cih digirin.

Jixwe dema PDK hatiye avakirin. Rêberê Neteweyî yê Kurdistanê Mela Mistefa Barzanî gotibû; "Ez nabim endamê vê partiyê" ji ber ku nav wekî "Partiya Demokrat a Kurd" danîbûn. Barzanî gotibû "Em tenê bo Kurdan şerî nakin, ji bo hemû millet û baweriyên li Kurdistanê berxwedanê dikin, lewma heta ku navê partiyê nebe 'Partiya Demokratîk a Kurdistanê' ez rêveberiya wê nakim".

Pirsa man û nemanê ev e: Hûn dixwazin li kîjan dewletê bijîn? We dewleteke çawa divê?

Bedel Boseli, www.bedelboseli.com
ANASAYFA ve İLGİLİ HABERLER için BURAYI tıklayın